Destpêk
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdî
Pêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî
Nûçeyên Wîkîpediya
jiber bombebaranên Îranê 520 malbatên gundên li ser sînor koçî navçeyên derdor kirine. Ji ber topbaranên artêşa Îranê, di nava çend rojên dawî de 520 malbatên gundên deverên ser sînor yên Herêma Kurdistanê gundên xwe vala dikin û koçî navçe û herêmên derdor dibin.
'Danîmarkayê daxwaza Tirkiyeyê bicîh anî' Bi îddîaya ku Roj TV çalakiyên PKK’ê teşwîq dike, Serdozgerê Danîmarka’yê Joergen Soerensen doz li dijî Roj TV vekir. Ev demek dirêj bû ku Tirkiyeyê zext li Danîmarkayê dikir ku Roj TV bigire. Li gora agahiyan Tirkiyeyê gelek belgenamayên di derheqê Roj TV de ji Danîmarka re şandiye
'Amed 1’ê Îlonê ‘Nobeta Aşitiyê’ digire' Meclisa Aştiyê ya Amedê, li dijî operasyonan dê 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê 'Nobeda Aştiyê' bigirin. Ji Sekreteryaya Meclisa Aştiyê ya Amedê Şeyhmus Onal diyar kir ku dengê ku 1'ê Îlonê derkeve divê Tirkiyeyê bihejîne. Meclisa Aştiyê ya Amedê, operasyonên ku li hemberî biryara bêçalakîtiya didome helwest nîşanda û dê 1'ê Îlonê li Parka Koşuyoluyê 'Nobeda Aştiyê' bigire.
'Lîstika bi zazakî derdikeve ser dikê'
Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dê perdeya yekem a îsal bi lîstike bi zaravayê kurdî zazakî (dimilî) veke. Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajar Ruknettin Gun ku derbarê mijarê de agahî da û bi bîr anî ku repertuara wan ji du ziman û du zaravayan pêk tê, got, "Em ê cara pêşî bi lîstikeke zazakî derkevin pêşberî temaşevanan. Hilberîna lîstikên zazakî berpirsiyariya me ye."Gotara hefteyê
Împeratoriya Romê (wek Împeratoriya Romayê yan Împeratoriya Romî jî tê naskirin, bi latinî: Imperium Romanum) yek ji dewletên herî mezin ên di dîrokê de ye. Wê bi piranî bi paytexta Roma de, ji 6'emîn sedsala b.z. de heta sedsala 5'an serwerî ajotî bû . Dema serwerî ajot de li împeratoriyê gelek xelkan, zimanan û olan serwerî ajot.
Împeratorî dema împerator Trajan de gehîşta sînorên xwe yên herî mezin û li ser sê parzemînan xakên xwe hebûn. Di wan demên rind de bi tunî xakên li dor Deryaya Navîn, Galya, bi piranî girava Brîtanya û xakên dor Deryaya Reş bin serwerîya împeratoriya Romê de bûn. Ew bi 5 900 000 km² rûerda xwe ya waxtekê împeratoriya herî mezina di hatiya demazrandin e.
dewam...Wêneyê hefteyê
Soranî (سۆرانی)
بەخێر بێن بۆ ویکیپیدیا
زانستنامەیەکی ئازاد کە هەموو کەسێک دەتوانێت دەستکاریی بکات. بۆ بینینی وتارە سۆرانییەکان، تکایە سەردانی ماڵپەڕی
Zazakî
Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno.
Malbata Wîkîmedia
| Commons Wêne û mêdyayên din |
Wîkînûçe Nûçe |
Wîkîferheng Ferheng |
|||
| Wîkîgotin Gotinên kesan |
Wîkîpirtûk Pirtûk ji bo zanînê |
Wîkîçavkanî Çavkaniya azad |
|||
| Wikispecies Directory of species |
Wikiversity Platforma fêrbûnê |
Meta-Wîkî Koordînasyon |