Ágota Kristóf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ágota Kristóf
Jidayikbûn30ê çiriya pêşîn a 1935an(1935-10-30)
Csikvánd, Mecaristan
MirinNeuchâtel, Swîsre
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêFransî
biguhêreBelge

Agota Kristóf (z. 30ê çiriya paşîn a 1935'an li Csikvánd, Mecaristan; m. 27'ê tîrmeha 2011'an li Neuchâtel, Swîsre[1]) nivîskareke mecar-swîsreyî bû ku bi zimanê fransî dinivîsand.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ágota Kristóf zarokatiya xwe li bajaroka mecarî Kőszeg derbas kir û bi 14 saliya xwe koçî Swîsreyê kir.

Di sala 1956an de piştî şikandina serhildana gelê mecar wê digel keça xwe ya çar mehîn û zilamê xwe yê ku mamostetiya dîrokê dikir koçî Swîsreyê kir. Kristóf li wir li fabrîkayeke saetan kar dît û hînî zimanê fransî bû. Ji salên 1970'î û pêde wê hemû pirtûkên xwe bi zimaneke biyanî nivîsand. Piştî pênc salên koçberiyê ew ji zilamê xwe veqetiya, dev ji karê xwe yê li fabrîkayê berda û çû kûrsên havînê yên Zanîngeha Neuchâtelê. Berhemên Kristóf heta îro bi qasî 30 zimanan hatin wergerandin. Wê heya wefatkirina xwe jiyana xwe li Neuchâtelê derbas kir. Mîrasa wê ya wêjeyî di Arşîva Wêjeyê ya Swîsreyê de peyda ne.

Xelatên wergirtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1987: 'Prix littéraire européen de l’ADELF' ji bo pirtûka bi navê Le grand cahier
  • 1988: 'Schillerpreis der Schweizerischen Schillerstiftung' (Xelata Schiller a Enstîtuya Schiller)
  • 1988: 'Ruban de la Francophonie'
  • 1992: 'Prix du Livre Inter' ji bo pirtûka bi navê Le troisième mensonge
  • 1998: Xelata Alberto Moravia
  • 2001: Xelata Gottfried Keller
  • 2005: 'Schillerpreis der Schweizerischen Schillerstiftung' ji bo keda wê ya giştî
  • 2006: Xelata 'SWR-Bestenliste' (Lîsteya Yên Herî Baş a SWR)
  • 2008: Xelata neteweyî ya awistriyayî ji bo wêjeya ewropî
  • 2011: Xelata Kossuth

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Agota Kristof gestorben (Agota Kristof mir). Rojnameya NZZ, 27'ê tîrmeha 2011'an