Zimanê romanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çîganî hat beralîkirin)
Nexşeya zaravayên romanî:
Zaravayên bakur ên romanî[1]
Zaravayên navîn ên romanî
Zaravayên balkanî yên romanî
Zaravayên vlaxî yên romanî

Romanî (bi romanî: rromani ćhib), zimanê xelkê romanî (cengene, mitrib, qereç[2][3]) e.

Zimanê romanî ji malbata zimanên îndogermanî ji şaxa sanskrît e. Nêzîkî zimanên hindî û ûrdû ye. Lê ji ber ku romanî piştî ku ji welatê xwe Hindistanê koçber bûne êdî ne xwedî welatek in, zimanê wan di bin zimanên ku welatên ew lê dijîn de gelek heliyaye, qels ketiye.

Romanî pirranî bi zimanên xwe yî zikmakî naaxivin. Li seranserî cîhanê belavbûne û bi zimanên cihên ku lê dijîn pirranî diaxivin. Li Tirkiyê herêmên Trakya, Stembol, Enqere, Edene, Bursa, Kayseri hwd gelek cihan gorî texmînan zêdetirî 3.500.000 romanî dijîn. Dîsa çiqas ji wan bi zimanên xwe yî zikmakî diaxivin nediyar e. Li Tirkiyê wekî tê zanîn, ji xeynî tirk û zimanê tirkî zanîngeh nikarin û naxwazin li ser gelên din lêkolînan bikin. Li Kurdistanê pirranî koçber dijîn û li zozanan û gundan digerin bazirganiyê dikin.

Hin komên zimanê romanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kêm be jî li ser çand, huner û standartkirina zimanê romanî xebat hene û alfabeyeka latînî hatiye amadekirin. Heger li Tirkiyê nasnameya romaniyan were pejirandin û naskirin wê ji bo paşeroja zimên başî be. Lewra pirraniya romaniyan li Tirkiyê dijîn[çavkanî hewce ye].

Hijmarên bi romanî û hin zimanên din ên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmar/Ziman Romanî Domarî Lomavren Sanskrît Hindî Kurdî
(kurmancî)
Zazakî
1 ekh, jekh yika yak, yek éka ek yek, êk yew
2 duj lui dvá do du
3 trin tærən tərin trí tīn hirê
4 štar štar išdör catvā́raḥ cār çar, çuwar çehar
5 pandž pandž pendž páñca pā̃c pênc phanc
6 šov šaš šeš ṣáṭ chah şeş şeş
7 ifta xaut haft saptá sāt heft hewt
8 oxto xaišt hašt aṣṭá āṭh heşt heşt
9 inja na nu náva nau neh new
10 deš des las dáśa das deh des
20 biš wīs vist viṃśatí bīs bîst vist
100 šel saj saj śatá sau sed se

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Matras, Yason (2005). Schrammel, Barbara; Halwachs, Dieter W.; Ambrosch, Gerd (edîtor). "The classification of Romani dialects: A geographic-historical perspective" (PDF). General and Applied Romani Linguistics - Proceeding from the 6th International Conference on Romani Linguistics. LINCOM. Roja gihiştinê 14 îlon 2013.
  2. ^ https://rojevakurd.com/li-ses-welatan-qerec-bi-zimane-kurdi-diaxivin/
  3. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1909201817