Çîrvanok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çîrvanok ew çîrok in ku cih didin leheng, bûyer û tiştên awarte. Gotina çîrvanokê berî her tiştî ji çîrvanokên wekî Mîrze Mihemed, Şengê û Pengê û Bahlûl ên devkî, ku gelêrî ne tê. Lê berhemên ku tu têkiliya wan bi gelêriya devkî re tune bin jî hene ku wekî çîrvanok hatine nivîsîn. Ew jî ji ber taybetiya xwe di nav çîrvanokan de cih digirin.

Çar komikên çîrvanokên gelêrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrvanokên ajalan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrvanokên ajalan bi gelemperî kin û kurt in. Çîrvanokên Lafontaine jî mînakeke biyanî ji bo çîrvanokan e ku mirov dikare bîne zimên. Li dinyayê çîrvanokên Lafontaine wekî çîrvanokên herî xweş tên zanîn. Di kurdî de Şengê û Pengê û Gur û Rovî jî wekî bi sedan çîrvanokên ajalan li Kurdistanê hîn jî tên gotin.

Çîrvanokên awarte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di çîrvanokên awarte û rasteqîn de digel hebûnên asayî qala cin, pêrî, hût (dêw), zîha û hwd tê kirin. Di çîrvanokên rasteqîn de jî bi piranî qala padîşahekî tê kirin, wezîr, dota wezîr û dota padîşah, kurikekî feqîr û jîr û hwd tê kirin.

Çîrvanokên qerfî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîrvanokên qerfî jî li ser armanca kenînê hatine hûnandin; Keçelo, Bahlûl û hwd jî mînakên çîrvanokên qerfî ne.

Rêzeçîrvanok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzeçîrvanok jî bi piranî li ser têkiliyeke mantiqî bi hev hatine girêdan, li ser bûyer û pêkhatinên hêsan didome.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]