Meşlûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çûrçxela hat beralîkirin)
Amadekirina meşlûrê

Meşlûr, bi zimanê gurcî çûrçxela (ჩურჩხელა), bi rûsî: чурчхела cure şîraniyek e ku dişibe benî û sosîsê.

Kakilên gûzê wekî moriyê li bend tên rêzkirin. Ango li bendê tê xistin. Bi wê awayê di nava têkela ku ji şîreya tiriyê, ardik û devtî ûêd hatiye çêkirin de, tê kirin. Ev bendik îcar tên dardekirin û bi qasî hefteyekê dihêlin bila ziwa û hişk bibin.

Ji tiriyê sor, tiriyê reş tê çêkirin. Carnan bindeqê jî tevlî dikin. Li Kurdistanê bi navê meşlûr, sedrezamê kinik û gelek navan tê zanîn û xwarin. Bi taybetî di salên 60'î û 70'yî de etaran (çerçî) li gundan difirotin.