Çarşema Sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çarşema Sor, cejna êzdiyan ya herî naskirî ye ku her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya li gorî salnama kevin de tê pîrozkirin.[1] Li gorî baweriya êzdiya, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ruyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe.

Cejina Çarşema Sor cejina herî mezinê baweriya û civaka Êzidîya ye. Ev cejin her sal di roja çarşema heftey ya yekemîn a meha nîsanê tê pîroz kirin. Li gorî Baweriya Êzidî, Xwedê dema ku cîhanê avakiriye ev avabûn 365 roj berxwe dide û çarşema berî ya meha nîsanê temam dibe. Di vê cejinê de civaka Êzidî hêka dikelînin û renge reng dikin, ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdûnê dike. Di aliyê zanistî de ji dibêjin ku diniya yan jî gerdûn piştî teqîna mezin ku bi zimanê Ingilîzî dibêjinê (Big Bang) pêk tê û gerdûn hatiye avakirin. Civaka Êzidî bi hezar salan e ku vê cejinê pîroz dikin. Wateya kelandina hêkê ev e ku dema hêj dikele awayî gerdûnê vedigire. Wek tê zanîn di nav hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye. Serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê ji bo hemû diniyayê ibadet dike, piştî wê ji bo mêhvana serbir tê serjêkirin û şîrnahî tê belavkirin û hêk bi hemû rengan tên rengkitin ji ber ku dema gerdûn hat avakirin her der bi gulên renge reng hat xemlandin. serê sibê her kes berê xwe dide çolê kulîlkên sor berhev dike û dibe mal di gel qalikên hêka bi deriyê malê ve dikin wata vê yekê jî, ji bo ku ji her êrîşê bên parastin. her wisa di roja cejinê de qalikên hêkê her kes dibe nav dexil û danê xwe ji bo ku Xwedê berket bavêje nav. serê sibê yên ku miriyê wan yên nû jiyana xwe ji destabine hene diçin ber mezagehên xwe yên pîroz û serdana miriyên xwe dikin, her wisa xwarinê dibin li wir belav dikin. di roja cejinê de nabê kes biçe ser karê xwe. her wisa di meha nîsanê de nabê kes bizewice rêzgirtin ji meha pîroz a nîzanê re.

gelk cejinên Êzidiya hene her yek ji wan cejina wata xwe ya tayîbet heye û hemû cijin grêdana xwe bi xwezayê re heye, mînak. Êzidî di meha 12an ji her sal sê rojan xwarin naxwin yan jî bi rojî dibin, ev her sê rojî dikevin sê rojên herî kurt ji salê. civka Êzidî van her sê rojiyan diger ji ber ku her diçû roj kurt dibû û şev dirêj dibû. Êzidî bi rojî bûn, sê roja xwarin ne xwarin heya roj vegeriya di roja ku roj vedigere di nav civakê de dibe cejin. Serbir tên serjêkirin û şirnahî tên belavkirin. piştî her du çele, çilê zivstanê - çilê havînê dibe cejin ji ber ku di dema kevin de çilê zivstanê glek sar bû dema ku bi dawî dibû û ji sermayê qurtal dibûn dikirin cejin her wisa dema ji çilê havînê jî rizgardibûn dikrin cejin ji ber ku ji germa zor rizgarbûn her wisa kesên oldar her çil rojî bi rojî dibin û ji serê sibê heye êvarê xwarin naxwin .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rodziewicz, Artur (19 kanûna pêşîn 2016). "And the Pearl Became an Egg: The Yezidi Red Wednesday and Its Cosmogonic Background". Iran and the Caucasus (bi îngilîzî). 20 (3–4): 347–367. doi:10.1163/1573384X-20160306. ISSN 1573-384X.