Çeçenî

Ji Wîkîpediya

Çeçenî (Noxçiyn mott) zimanê Çeçenan, zimanê gelê Çeçenistanê ye. Piştî şoreşa Bolşevîkan li Rûsyayê Çeçenî bû zimanê nivîskî. Di sala 1920´î de elfabeya Erebî hate terikandin û Latînî bû fermî. Di sala 1938´î de elfabeya Krîl bû elfabeya fermî ya nivîsînê. Zimanê Çeçenî ji gelek zimanan bêje girtiye. Bêjeyên orgînal li dora 3.000´î ne. Ji Rûsî, Erebî), Farsî, Ermenî, Tirkî bêje girtiye.

[biguherîne] Zareveyên Çeçenî

  • Akkîn
  • Çeberloy
  • Kîstîn
  • Melkîn
  • Îtûmkala
  • Ploskot


  • Zimanmalbat : Qefkasî
  • Şax : Naxo Daxistanî (Zimanên Qefqasiya bakur)
  • Kom : Vaynaxî
  • Binekom : Çeçenî
  • Axêver : Nêzîkî 1.200.000
  • ISO 639-1 : ce
  • ISO 639-2 : che
  • SIL : che