Çek (gel)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Çek (bi çekî: Češi ) navê gelê slav ê ji Komara Çekî ye. Bi zimanê çekî dipeyivin ku ev ziman nêzîkî slovakî û sorbiya jor e. Kalikên çekan hozên slavî yên ku di sedsala 6'an de li Moravya , Bohêmya û Sîlesya dijîn bûn. Bi gelemperî li Komara Çekî dijîn lê her wiha li Slovakya, Awûstirya, DYA , Keyaniya Yekbûyî (KY), Şîlî, Kanada, Elmanya û Rûsya gelheyeke wan ya kêm heye. Li cîhanê di navbera 11-12 milyonan de çek hene.