Çekoslovakya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ala dîrokî yê Çekoslovakyayê

Çekoslovakya, di navbera salên 1918–1939 û 1945–1960'an de: Komara Çekoslovakyayê; di navbera salên 1960–1990'an de Komara Çekoslovakya ya Sosyalîst ; di navbera 1990–1992'an de Komara Federatîfa Çek û Slovakyayê dewleteke ku li ser herêmên dewletên îro yên Komara Çekî û Slovakyayê hikum ajotibû. Wexta Şerê cîhanî yê duyemîn hin herêm ên Ûkraynayê îroj jî teva wê bûn. Ew ji 1948'an şûnde tevî Bloka Rojava ya ku ji aliyê dewletên Sosyalîst ve pêk hatibû bû.

Erdnîgarî[biguherîne]

Wa dewletê ku li Ewropaya Navend diketî sînorên xwe bi Awûstûrya, Macarîstan, Ûkrayna (pê 1991an re, li ber wê navbera 1945–1991 Ûkraynayê di YKSS de), Romanya (heta 1939an), Polonya û Almanyayê (navbera 1949–1990 bi DDR û bi Almanyaya Federatîf re).

Gel (1921)[biguherîne]

Ew dewleteke pirxelkî bû. Gorî hejmarên sê salan pê ew hatibû saz kirin re, di 1921'an de nifûsa wê navbera wan gelên de wiha parve dibû: 6,8 milyon Çekî (%50), 3,2 milyon Alman (%23), 2,3 milyon Slovak (%15) û hindikeyên Macar û Ûkraynî, Polanî û Cihû hebûn.

Guherîna sînorên Çekoslovakyayê navbera salên 1918–1938, 1945–1992