Çeksekinandin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çeksekinandin bi awayekî kêra dawiya şerê navbera aliyên şerker û pevçûyî (pir caran elata) e.

Çeksekinandin ne hema agirbest e. Agirbes sekinandineka demkurt a şerî li tevaya eniyên şerî an li hindek deverên diyarkirî ye. Lê çeksekinandin bi awayekî "Modus Vivendi" ye anko aliyên pevçûyî hebûn û mana hevdu dipejirînin û biryarê didin ko jiyan wekî xwe dewam bikit. Bi vî awayî kifş e ko çeksekinandin ne peymana aştiyê ye. Carina jibo peymaneka aştiyê salên dirêj yên danûstandinan divên.

Bi giştî, Neteweyên Yekbûyî tenê serperiştiya lihevhatina aliyên pevçûyî jibo agirbesan dikit û pevçûyî bi xwe dibê jibo peymana aştiyê di navbera xwe da danûstandinan bikin. Lewma di qanûna navneteweyî da agirbesên NY aliyan jibo domandina agirbesê neçar nakin.

Mînakên herî berçav yên çeksekinandinê di dîroka nûdem a cîhanê da çeksekinandina Şerê Koreyê li sala 1953ê ye ko heta niha jî çi peymanên aştiyê bi dû ra nehatine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]