Çemê Efrînê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çemê Efrînê çemek li rojavaya Kurdistanê ye. Ew 139 km dirêj e. Ji çiyayê Sofê li rojavaya Dîlokê destpêk dike û paşî dikeve navçeya Efrînê. Li Efrînê 55 km diherrike û li paşiya bendava Meydankê li nêzî gundê Meydankê golek mazin çêdike. Çemê Efrînê bajarê Efrînê dike du beş. Di nav deştê Efrînê û Cûmê diherrike heta gundê Sifriyê. Paşê dîsa dikeve Tirkiyeyê (Hatay) û dû re ew û Çemê Reş digihêje Gola Amikê.