Çiyayê Nemrûdê
Çiyayê Nemrûdê (bi tirkî: Nemrut Dağı, ermenî: նեմրութ) çiyayekî li parêzgeha Adiyemanê li başûr rojhelatê Anatoliyayê ye. Ew 76 km li bakur rojavaya Semsûrê nêzî Kolîkê ye. Ew çiyayê di rêza çiyayê Torosê de ye û bilindahiya wî 2.150 m ye.
Li ser tapika wî parêzgeh û gora keyên Komegene hêne. Ew ji aliyê keyê Komegene Antiochos I (69–36 b.z.) û bavê wî Mithradates I ve (109–69 b.z.) hatî bû çêkirin. Ew ji bo wek nîşana aşitiya êzidokên yewnan û persan hatî bû avakirin. Antiochos ji pê li textê rûnişt re navlêka Theos (yewnanî: xwedê) li xwe kir.
Ew demeke dirêj bîr bûbû û di 1881'an de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hatî bû dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953'an dewam kirî bû.
Di 1987'an de UNESCO ew têxiste Kelepora Cîhanê.
Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Nemrûdê sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene [1]. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Banokeya Bakur
Banokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehê lê kom dibûn.
[biguherîne] Banokeya rojava
Li banokeya rojava pênc peykerên runiştî yên bi bilindahiya 9 m hene. Ew banoke cihiye herî pîroza parêzgehê bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hev in, lê karkeriyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antiochos I û êzidok Tîke; Zeus û Ahura Mazda; Apollon, Mithras, Helios û Hermes; Herakles, Artagnes û Ares hene.
[biguherîne] Banokeya rojhelat
Li vê banokê pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çepê de berve rastê bi navê xwe yên yewnanî û farsî wiha ne:
- Apollon, Mithras, Helios û Hermes
- Xwedawane Kommagene
- Zeus û Aramazd (Oromasdes)
- Ezidok û key Antiochos I
- Artagnes, Herakles û Ares