Çopî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çopî
Çopî Fetah
Jiyan
Jidayikbûn10ê hezîrana 1983an (40 salî)
Kerkûk, Başûrê Kurdistanê
Cureyê muzîkêPop, Kurdî, Îngilîzî, Stranên cîhanî, Stranên gelerî
Pîşestranbêj, pêşkêşker, helbestvan
Amûrvokal
Salên çalak2000- heta niha
Çalakiyên têkildarHozan Kawa, Karwan Kamil
Malperwww.chopy.krd
biguhêreBelge

Çopî Fetah (z. 1983ê li Kerkûkê)[1] hunermendeka kurd e. Strana bi zarveyê soranî distrêt û xwedî ye çendîn stran û kasête ye.

Jiyana Çopî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çopî hîn sê sal derbaz nekir bu ku rejîma Be'sê deshilatiya xwe xurt kir bu û mîna bahoza reş komkujî û sîyaseta bierebkirinê li ser bajara wan Kerkûkê demeşand. Ji ber vaye malbata Çopî êdî nikarbûn li Kerkûkê jiyan biken û naçar man berê xwe bidene çîyayên Kurdistanê û bi armanca derketina ji bo derveyî welat, piştî saleki di sala 1988a de li Holandayê bi cih bûn. Ji ber van sedema jî Çopî pir zû bi dûr ma ji sozên gelê kurd û derdora xwe. Her wisa bêbeş ma ji fêrbuna zimanê kurdî ya resen û paqij. Lê bav û diya wê alîkariyeka wisa kirin ku Çopî zimanê kurdî ji bîr neke û hîn bibê. Çopî ku zewicî ye, ev 17 sal in ku bi malbata xwe re li Holendayê jiyan dike.

Jiyana hunerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2013an de Çopî ji bo "One Young World Summit " a li Johannesburg, li Afrîkaya Başûr, wek hilgira ala Kurdistanê hat hilbijartin.

Çopî ji zarokatiya xwe ve hez ji muzîk û stranan kiriye. Ji 7 saliya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grupekî re stran gotîye û carna jî strana solo bi Çopî hatiye dayîn. Li dibistanê jî de Çopî gelek zîrek bûye û li salekê da bûye xwendevana yekemin li dibistana xwe. Çopî li 13 saliya xwe de çûye dibistana deng û ji bo ku bi awayekî zanistî tişteki ji zanista deng nasbike û hîn bibe 2 salan jî li vê dibistanê xwendiye. Li 16 saliya xwe de çûye cem Koma Berxwedan li akademiya kurdi li Almanyayê, li vir da Çopî zêdetir evîna wê ji bo muzîk û stranên zargotina kûrdî çûye. Her wisa her li vêderê mamoste Wurya Ehmed naskirye û karwana hunera Çopî bi rengekî fermî destpêkiriye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çopî heta niha zêdedetir ji 30 stranên zargotinî û dubare li Medya TV û 2 stran jî li Kurdsatê tomar kiriye. Çopî beşdarî gelek şev û ahengan bûye li Almanya, Swêd, Holenda, Brîtanya, Kanada û gelek welatên din djî. Her wisa Çopî li gel pir hunermendên bi nav û deng û naskirî beşdariya şev û ahenga bûye, mîna hunermendên rêzdar : Nasir Rezazî, Merzîye Ferîqi, Şivan Perwer, Ednan Kerîm, Hesen Şerîf, Necmedîn Xulamî, Şehrîbana Kurdî, Gulistan Perwer, Feyzî Nejadî, Omer Gundî û gelek hunermendên din.

CD[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhema yekem a Çopî li ser CD di sala 2003'a de bi navê Çît naw binêm? (Kîjan navî bidim te) derketiye, ku ji 9 stran pêk tê û bi herdû zaraveya kurmancî û soranî gotiye û tevahî ev stran nû ne û carê yekê ji aliyê Çopî hatine gotin. CD ya duyem jî di 2007an de ku ji 13 stranan pêkhatîye, bi nave Nawit denêm jîno (Navê te kim jîno) derket.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Albuma nû ya Çopî: Binar". Rûdaw. 12 nîsan 2017. Roja gihiştinê 4 nîsan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)