Tuberkuloz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Êşa zirav hat beralîkirin)
Girtineke elektronmîkroskobîk a bakteriyên tuberkulozê pêk tînin
Cihên ku tuberkuloz lê pirr in. Çavkanî: WHO

Tuberkuloz (bi îngilîzî: Tuberculosis, bi kurdî: êşa zirav) nexweşiyeka giran, domdar û mîkrobîk e.

Bakteriya ko di sala 1882'ê da Robert Kochî keşfkiribû Myco bacterium tuberculosis vê nexweşiyê çêdikit. Li Kurdistanê hin caran ji vê nexweşiyê ra "nexweşiya zirav" jî dihêt gotin. Heya destpêka sedsala 20'ê wekî nexweşiyeka bixeter û canstîn bû û heger sawa vê nexweşiyê biketa herêmekê, bi hezaran mirov dikuştin. Ev nexweşî bi vedîtina dermanên antîbiyotîk anko Zîndedij wekî her nexweşiyeka dî ya hewdanî hat çareserkirin. Heta dehsala 80'an li sedsala 20'ê ev nexweşî li Welatên Werarkirî ber bi neman diçû. Lê serhildana nexweşiya Konîşana Nemana Êmnahiyê ya Vegirtî (KNÊV) anko AIDS bû sedema serjinûve belavb,na vç nexweşiyê li wan welatan û li hemî cîhanê. Mixabin ji ber xizaniyê hêşta li Kurdistanê belav e.

Koda tuberkulozê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşî serî de di pişikan de peyda dibe û bi riya xwînê hêdî hêdî di organîzmayê de belavdibe. Pişika mirov dirizîne. Nexweşî sawê dike û bilez belav dibe. Bi navê Bovis cureyekê wê di sîstema xwarinê de cihdigire. Hin cureyên din ên ku di ajalan de derdikevin jî hene. Derman û çareya vê nexweşiyê heye. Divê mirov di zaroktiyê de derziyên xwe bo parastinê birêkupêk bike. Gorî biryara bijîşk derman û parastinên xwe bike. Pirranî 6 mehan didome, dermangirtina vê nexweşiyê.

Hin sîmptomên vê nexweşiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bi şevê xwêdan
  • Kêmmadebûn
  • Jarketin
  • Bilindbûna agirê (tîna) laş
  • Sistketin

Kesên ku ajalan xwedî dikin, şîrê nekelandî vedixwin, dermanên li dijî bayê (romatîzma) bi kar tînin, li nêzîkî wê bi kesî re tuberkuloz heye û sîmptomên nexweşiyê pê re hene divê biçe cem bijîşk.

Tuberkuloz ji ber ku laş bi qels dixîne, heger di heman demê de nexweşiyeke din jî li mirov peyda bibe xetere pirr zêde dibe. Bi taybetî HIV.

Kombînasyonên ku li dijî tuberkulozê tên bikaranîn (ên bingehîn)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]