Êlih

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Êlihê
Batman
Batmanê.jpg
Ji gundê Aqûba Êlihê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Batman
Serbajar Êlih

Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 31 gund

Gelhe (2008) 324.402[1] kes
Rûerd 564 km2
Berbelavî 575,2 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 37°53′0″Bk 41°7′40″Rh / 37.883333°Bk 41.12778°Rh / 37.883333; 41.12778
Gelhe (2008) 298.342 kes
Bilindayî 575 m
Koda postayê 72000
Koda telefonê (+90) 488
Nexşeya cihan Tirkiye
Êlih (Tirkiye)
Êlih

Êlih anku Êliḧ (bi tirkîBatman) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.

Nav[biguherîne]

Navê bajêr ê kevn Êlih e. Di sala 1957an de navê bajar bûye "Batman".

Dîrok[biguherîne]

Kronolojiya bajêr[biguherîne]

Berî Îsa (zayîn)

  • 800 - 612 dema Asûriyan
  • 612 - 550 Imparatoriya Med

Piştî Îsa (zayîn)

  • 350 Dema Mekedoniyan
  • 700 Dema Ereban
  • 927 Dema Bîzansiyan
  • 1107 Dema Selçukiyan
  • 1243 dema Mogolan
  • 1514 Dema Osmaniyan
  • 1894 Serhildana Sasonê li dijî Osmaniyan
Êlih

Erdnîgar[biguherîne]

Cihên erdnîgarî û sînorên bajêr[biguherîne]

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdiyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Bidlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.

Taybetiyên erda bajêr[biguherîne]

Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji % 24,3 e. Ji wî erdî ji % 91,7'ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tenê nîsk,genim, tûtin, pembo, tirî û zebeş, pîvaz, tên çandin. Gwîz, berrû, incaz, beîv, hîjîr û wez jî li wêre tên şitlandin.

Avûhewa[biguherîne]

Li herêmê avhewaya reşahiyê serdest e. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û berf û payîz baranî derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguherîne]

Sason (2.973 m), Zupser (2.044 m), Raman (1.263 m)

Deşt û zozanên herêmê[biguherîne]

Deşta Batmanê (10.000 ha), Deşta Qubînê (dirêjahî 15-20 km, firehî 2-3 km ye).

Geliyê Çemê Batmanê û qismek ji geliyê Çemê Dîcle, geliyên herî mezinên li herêmê ne.

Çem û gol[biguherîne]

Gol li herêmê tune ne. Çemê Batmane û Dicle yên herî mezin ên ku li herêmê diherikin in. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.

Cureyên heywanan[biguherîne]

Xwedîkirina heywanên kedî mijûliyeteke mezin e li herêmê. Li herêmê heywanên kovî, wekî rovî, kew, kîvroşk û gur jî peyde dibin.


Binerdên bajêr[biguherîne]

Li Qubînê, li Çiyayê Ramanê petrol derdikeve. Wekî din li herêmê xwê, krom, asfalt û sifir jî ji bin erdê derdikeve.

Ciyên Turîstîk, Dirokî û Gerê[biguherîne]

Kela Hezoyê û bajarê Heskîfê ciyên gerê yên ji bo turîstan e.

Çand û huner[biguherîne]

Ol û Civak[biguherîne]

Piranîya serjimarê ji Misilmanan pêk tê. Li gundên li derûdora Qubînê Êzîdî Kurd gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piranîya gelheyê ji Kurdên pêk tê. Van salên dawî bi saya Rafînera Petrolê Tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û Suryanî jî civakên din ên herêmê ne.

Xwarênên herêmê[biguherîne]

Keşkek, biryan, kifta bi mast û "Kitel" xwarinên herî naskirîne ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê[biguherîne]

Şelwar ji alî zilaman ve tê li xwe kirin. Bi ser de îşligek ku milê wî dirêj û nexş kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibêjin "reşik" hene.

Jinên herêmê fîstanên hevreşim yên rengîn ku dibiriqîn li xwe dikin. Şelwarek fireh û gorên ji hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigên xwe dikin.

Li heremê kincên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tên li xwe kirin.

Çavkanî[biguherîne]


37°53′00″Bk 41°07′40″Rh / 37.8833333°Bk 41.12778°Rh / 37.8833333; 41.12778