Êzîdîtî
Ji Wîkîpediya
Êzîdîtî oleke Rojhilata Navîn e û yek ji olên berê yên kurdan e. Êzîdîtî yek ji kevintirîn dînên monoteist (yekxwedayî) e. Bi baweriya êzîdiyan navê xwedê Ezda e (ji zimane kurdî ez dan).
Baweriya êzîdiyan bi hebûna yek xwedayî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola êzîdîtiyê ne weke olên rojhilata navîn, mîna Cihûtiyê, xaçperestiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda bûye, guhertin, pêşketin pêre çêbûye. Di destpêkê de êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêşket, heya perestina rojê (Şêşims mefer e mêrê êzîdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayîzimê tê naskirin. Ola êzîdiyan olekê êkane ye li hemî cîhanê. Baweriya êzîdiyan bi melekê Tawis heye. Perestgeha wan ya pîroz "Laliş" li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan Tehsîn Beg e û serokê olî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Ba`adrê û Lalişê dimîne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Mîtolojiya Êzîdîtiyê
[biguherîne] Dîroka Êzîdîtiyê
[biguherîne] Fermanên li dijî êzîdiyan
[biguherîne] Kurd û Êzîdîtî
Êzîdî kurd in û alîgirên oleke kevnar in. Ola Êzîdîtiyê tene di nav kurdan de heye. Li gor pisporan û çavkaniyên dîrokî pêşiyên beşek mezin ji kurdên îro misilman berê êzîdî bûn û bi darê zorê hatine misilman kirin. Heta roja îro jî di nav civaka kurd de gelek malbat hene ku beşek ji wan êzîdî ne û beşek jî misilmanin. Beşen misilman hertim dibêjin kû berê ew jî êzîdî bûn û pêşiyên wan hatine misilman kirin.
[biguherîne] Êzîdîtî û Zerdeştî
[biguherîne] Belavbûn û hejmara êzîdiyan
Piranîya êzîdiyan li başûrê Kurdistanê li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên curbecûr weke li Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Efrînê û Serhedê û herwiha êzîdiyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber zora kurdên misilman û misilmankirina wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara êzîdiyan di navbera 600 hezar û derdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Elmanya (60.000) [1] li welatên rojavayê Ewrûpa jî êdî diasporayeke kurdên êzîdî heye.
[biguherîne] Koçberî
Piraniya êzîdiyên Bakûrê Kurdistanê di salên 90'î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewlata tirk û PKK'ê cih û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Elmanya û Belçîka bi cih bûn. Êzîdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din reviyan Ûkrayna , Rûsya û welatên din li Ewropa. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahiya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk êzîdî ji Başûrê Kurdistanê jî koçberî Ewropa dikin.
[biguherîne] Herwusa binêre
[biguherîne] Girêdanên derve
- Malpera dergûş
- Malpera gundê Denwanê
- Yeziden Colloquium
- Malpera Êzîdiyan Rusya
- Malpera Kaniya Sipî
- Bingeha Laliş ya rewşenbîrî û civakî li Duhok
- Malpera Dengê Êzîdiyan
- Nivîsên ser Êzîdiyan
- Malpera Navenda Çanda Êzidiyan
- Malpera Gundê Xetara Mezin
- Malpera Ezida TV
[biguherîne] Çavkanî