Êzîdîtî
Êzîdîtî oleke Rojhilata Navîn e û yek ji olên berê yên kurdan e. Êzîdîtî yek ji kevintirîn dînên monoteîst (yekxwedayî) e. Bi baweriya êzîdiyan navê xwedê Ezda e (ji zimane kurdî ez dan) [çavkanî pêwîst e].
Baweriya êzîdiyan bi hebûna yek xwedayî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola êzîdîtiyê ne weke olên rojhilata navîn, mîna Cihûtiyê, xaçperestiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda bûye, guhertin, pêşketin pêre çêbûye. Di destpêkê de êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêşket, heya perestina rojê (Şêşims mefer e mêrê êzîdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayîzimê tê naskirin. Ola êzîdiyan olekê êkane ye li hemî cîhanê. Baweriya êzîdiyan bi melekê Tawis heye. Perestgeha wan ya pîroz "Laliş" li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan Tehsîn Beg e û serokê olî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Ba`adrê û Lalişê dimîne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Mîtolojiya Êzîdîtiyê
[biguherîne] Dîroka Êzîdîtiyê
Dîroka derketiya Êzîdiyan heya 2000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember diçe.[çavkanî pêwîst e]
Êzdîyatî, yek ji kevintirin dînên kurda û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) Êzdîyatî û Zerdeştiya klasîk bûne.
Tê dîyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomerîya fikirên Îndo-Îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên Îndo-Arî ve nêzîkê hev in. Gotina "êzîd", kifşe, ku ji gotina Avêstayê ya „yazata“ tê. Gotina „yazat“ jî ji koka gotinên Îranîya kevin *yaz- tê, ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.
Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.
Carina bi êzdîyatî dibêjin „dînê polîtêîstîk“, lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdîyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.
Sîstêma ola êzdîyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek „xirabîperest“ hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdîya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kosmolojîya êzdîya de digire.
Bona êzdîyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162 dijiya. Di wextê wî de êzdîyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdîya Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.
Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan „Meshefa Reş“ û „Cilvê“ ne . Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.
Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.
Koka ulmê ayînê êzdîya, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.
Hemû civata êzdîya û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.
[biguherîne] Êzdîtî û Zerdeştîtî
Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdîyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e.
Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kirasê de, ku dibêjinê „girêban“ û cem zerdeştîyan jî ser kirasê de cêbek, ku divêjinê „girêvan“.
Objêyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdîyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê.
[biguherîne] Fermanên li dijî êzîdiyan
Nava çend sedsalan de, misilmanan ne carek, gelek caran ceribandin ku tevayê êzdîyan qirbikin. Serê sedsala XX an de, bi fermana hukimdarên tirkan, sed hezar êzdî ku dînê netewî yê kurdan dihebandin, bi hovitî hatine qirkirinê. Roja bîranîna mirîyên xwe de êzidî, vê gênosîdê wekî „Roja Xezebê“ nav dikin.
Paşê jî wextê „Anfal“ ê de (navê Sûra 8 an a Quranê ye) êzdî carekî din bi qirkirinekî kokanî re rû bi rû dimînin. “Anfal” navê cêrgeya h´ucûmkirina cengîyê, ku li sala 1988 ji aliyê rêjîma Seddam Husêyn ve hatiye pêşxistinê. Armanca (meremê) vê cêrgeya h´ucûmkirina cengîyê, ew bû ku li İraqê tevayê kurdan qirbikin.
[biguherîne] Kurd û Êzîdîtî
Êzîdî kurd in û alîgirên oleke kevnar in. Ola Êzîdîtiyê tene di nav kurdan de heye. Li gor pisporan û çavkaniyên dîrokî pêşiyên beşek mezin ji kurdên îro misilman berê êzîdî bûn û bi darê zorê hatine misilman kirin. Heta roja îro jî di nav civaka kurd de gelek malbat hene ku beşek ji wan êzîdî ne û beşek jî misilmanin. Beşen misilman hertim dibêjin kû berê ew jî êzîdî bûn û pêşiyên wan hatine misilman kirin.
[biguherîne] Belavbûn û hejmara êzîdiyan
Piraniya êzîdiyan li başûrê Kurdistanê li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên curbecûr weke li Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Efrînê û Serhedê û herwiha êzîdiyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber zora kurdên misilman û misilmankirina wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara êzîdiyan di navbera 800 hezar û derdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Elmanya (60.000) [1] li welatên rojavayê Ewrûpa jî êdî diasporayeke kurdên êzîdî heye.
[biguherîne] Koçberî
Piraniya êzîdiyên Bakûrê Kurdistanê di salên 90'î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewlata tirk û PKK'ê cih û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Elmanya û Belçîka bi cih bûn. Êzîdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din reviyan Ûkrayna , Rûsya û welatên din li Ewropa. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahiya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk êzîdî ji Başûrê Kurdistanê jî koçberî Ewropa dikin.
[biguherîne] Herwisa binêre
[biguherîne] Girêdanên derve
- Malpera dergûş
- Malpera gundê Denwanê
- Yeziden Colloquium
- Malpera Êzîdiyan Rusya
- Malpera Kaniya Sipî
- Bingeha Laliş ya rewşenbîrî û civakî li Duhok
- Malpera Dengê Êzîdiyan
- Nivîsên ser Êzîdiyan
- Malpera Navenda Çanda Êzidiyan
- Malpera Gundê Xetara Mezin
- Malpera Ezida TV
[biguherîne] Çavkanî