Îbn Xeldûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Îbnî Xaldûn hat beralîkirin)
Îbn Xeldûn
Peykerê Îbnî Xeldûn, Tûnis
Navê rastî
أبو زيد عبد الرحمن بن محمد بن خلدون الحضرمي‎
(Ebû Zeyd Evdirehman bin Mihemed bin Xeldûn el-Xedramî)
Jidayikbûn27ê gulana 1332an
Mirin19ê adara 1406an
 Misir
DestûrnameZanyarên Misilman
PîşeDîroknas, Civaknas û Siyasetmedar
biguhêreBelge

Îbn Xeldûn (bi erebî: ابن خلدون‎, lat. Ibn Khaldūn, nav bi tûnî: ولي الدين عبد الرحمن ابن محمد بن محمد بن أبي بكر محمد بن الحسن, Abū Zayd ‘Abdu r-Raḥman bin Muḥammad bin Khaldūn Al-Hadrami) (jdb. 27ê gulana 1332, Tunis - m. 19ê adara 1406, Qehîre), dîroknas, civaknas û siyasetmedarekî misilman bû. Li gorî salnameya Hîcrî jî ew di 1ê remezana 732an de ji dayîk bûye û di 25ê remezana 808an de jî miriye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo ku Îbn Xeldûn bixwe li ser xwe biyografiyek nivisandî bû, li ser wî pir tişt bi eşkerayî têye zanîn. Ew otobiyografîya xwe (bi erebî: التعريف بابن خلدون ورحلته غربا وشرقا‎ Et-te'rif bi-Îbnî Xaldûn we-rihlatûhû şerqan we-xerban) Pênasîna Îbn Xeldûn û gera xweya rojhelat û rojava bû û Muhammad bin Tewît di 1951an de li Qahîreyê weşandî ye.

Malbata Îbn Xeldûn berê li Endulusê bû, paş dewleta Endulusê li Ewropayê helweşiya re malbata xwe ji Sevilla de koça Tûnisê kir. Li ber Endulusê jî malbata wî digihê Hadramutê. Wî di biyografiya xwe de nivisiya ku malbata xwe digihê sehabekî Muhemmed pêxemberê bi navê Wail bin Hacer.

Îbn Xeldûn di biçûkiya xwe de bi hevotineka rind mezin bûye. Bi jiber kirinê Quranê û fêr kirina Tecwîdê dest bi perwerdahiya xwe kiriye. Him li bavî xwe Muhammed Wabilî û him jî li Şemseddîn Ebû Ebdûllah Muhemmed bin Câbir, Ebû Ebdullah Muhemmed bin Ebdullah û Ebû Kâsim Muhemmed Kûsayr dersên Hadîs û Fiqihê hel girtiye. Ji matematîknasekî wê demê, El-Abil fêrê matematîk, felsefe û vacê hel girtiye. Bixwe jî berhemên fîlozofên ber wiyên mezin Îbn Sîna, Îbnî Ruşd, Fexredîn Razî û Nesredîn Tûsî xwendiye. Dema ku ew 17 salî de bûye, dê û bavê wî her du tev bi peroka vebayê mirine. Ji ber ku li ber wî malbata wî bi polîtîkayê dixebitiyan, ew jî bi polîtîkayê ve eleqedar bû. Dorî 20 saliya xwe de ew bû sekreterê Siltan Ebû Îshaq Îbrahîm II el-Mûstansîr. Ji bo qezî û îlme xweyê xweş di 1349an de Siltanî Fasê Ebû İnân daweta ba xwe kir û erkdara nivîsandîna kanûnan (ketîb el-eleme), wek serokwezirî xwe kardar kir. Lê ji ber ku hesûdên wî di heqê wî de fîtne û fesad belav kirin Siltanî Fasê di 1357an de ew 22 mehan avite girtîxaneyê. Heta Ebû Înan mir ew di girtîxanayê de ma. Pê Ebû Înan mir re serokwezîr, Emr ibn Ebdullah, ew li girtîxanayê azad kir û Ebû Salimê ku niştecîhê bavê xwe Ebû Înanî bû, Îbn Xeldûn şûnda anî wezîfeye berê, qazitiyê.

Paş Ebû Selim re serokwezir Emr ibn Ebdullah ê ku hevalê Îbn Xeldûn bû derbaza textê bû. Lê, pê re Îbn Xeldûn jî siyasetmedarî berda û 1362an de çû Granadaya Endulusê. Di 1364an de Îbn Xeldûn arîkariya aştiyeke navbera Pedro I yê mîrê Kastilya û Nasridîn Muhemmed kir. Pedro ser vê ve Îbn Xeldûn bi malbata wî ve tev deweta cem xwe kir jî Îbn Xeldûn va qabûl nekir.

Li Granadayê Îbn Xeldûn û serokwezîrê Nasridîn Muhemmed, Îbn el-Xatib ve pêşbazî kir. Îbn Xeldûn dixwest ku Nasridîn Muhemmed dewletê gorî ramanê xwe kargerî bike. Lê îbn el-Xatib digo ko, dewletê ji bo aştiyê di hereşe de ye. Talî, el-Xatib Îbn Xeldûn mişexta Afrîkaya Bakur kirin de. Muhammad V paşê jî el-Xatib ji bo ramanên fîlozofî avête girtîxane.

Di otobiyagrofîya xwe de Îbn Xeldûn li ser têkoşîna xweyê bi el-Xatib re dinivîsîna.

Dûv ew vegeriya Afrîkayê, Îbn Xeldûn bû serokwezîrê Siltan Ebū Ebdullah. Dûv Ebū Ebdullah 1366an de hat kuştin wî hêla Ebû'l-Ebas girt û Ebû'l Ebas bû siltan. Lê, pişt re Ebdu'l Ezîz berxweda û siltanê Tlemcen bin xwist şinda jî derbaza textê bû û Îbn Xeldûn avête girtîxaneyê. Pişt wê re Ibn Xeldûn dest bi nivîsandinê Muqedîme, pirtûkeke li ser dîroka dinê, kir.

Di 1378an de ew vegeriya Tûnûsê û pirtûka xwe Muwedîme temamkir û berpêş a Siltanê Tûnisêyî we demê Ebû'l Ebas kir. Ji bo hera Hecê ew li Tûnûsê derket û çû Îskenderiye, Misir e.

Gorî Mexrib (Rojava, ango Tûnis û Fas) Misir Ibn Xeldûn re ji bo ceng û berxwedan tune bûn gelek xweş bû. Misir a wê çaxe di serweriya Memlûkan de bû. Lê Îbn Xeldûn li wir jî nikanî bitûnî li siyaset dest bikişîna. 1384 de Siltan Barqûq ew kira profesorê Medresên Qamhiye (li mizgefta El-Ezherê de) û Qadi. Ji bo nûtî xwestina, wî di wê erkê de gelek berxedan dî û salakê pişt re dest li wê erkê kişan.

Di 1384en de keştiyekê li Qahîre de malbatê Îbn Xeldûn tîne Îskenderiye bin av bû. Û jin û zarokên xwe, derve du lawên xwe, hemû gî mirin. Çû Hecê hat şinda di 1388an de xwe da prefoseriyê xwe. Ji bo Dijberên xwe xwestinî ew arama Siltan Barqûq de bi wan re ber hev da. Paşê navbera xwe Siltan Barqûq re carî din rind bû heta mirinê xwe heşt caran bû qadiyê zavê Malikî.

Dewra lawê Barqûq, Nasiredîn Ferec de ew çû cengekê dija Tîmur. Tîmur hetanî Şamê hatî bû. Wê demê Ibn Xeldûn 70 salan de bû jî beşdara wê rêwîtiyê bû. Ji bo gotgotekê li ser derbekê dijî Siltan Ferec, Siltan Ferec vegeriya Qahîre. Lê Îbn Xeldûn li Şamê ma.

Îbn Xeldûn û Tîmûrleng ve li Şamê hev dîn. Di adara 1401an de Îbn Xeldûn vegeriye Qahîreyê. Ew di 17ê adara 1406an de wî jiyana xwe dest da.

Pirtûkên Îbn Xeldûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka Îbn Xeldûn a herî pêş de (لباب المحصل في أصول الدين= lûbab el-mûhassal fî ûsûl ed-din, ango Puxte Din) li ser ramanen Razî bû. 1351en de dema li Tunis ê bû nivisandî bû.

Pirtûkeka li ser sofîtiyê bi navî (شفاء السائل şifa' es-se'il, ango Lêgerandîna Pîroz) bigumanî 1373an li Fasê ji Muhammad V re nivisandî bû.

Kitab el-Îbar“ (Kitab el-îbar we dîwan el-mubtada we l-şabar fî eyyam el-erab we l-acem we l-barbar we men asarahum mîn dewî es-sultan el-akbar, كتاب العبر وديوان المبتدأ والخبر في أيام العرب والعجم والبربر ومن عاصرهم من ذوي السلطان الأكبر, Pirtûka ji bo destpêkê, bûyerê rojên Ereb, Farsî û Berberiyen û bihêzbûna hevçaxê wan) li ser dîroka Berberîyen bû. Ew li heft pirtûken biçûk pêk hatî bû. Pirtûkokê pêş de Muqaddîme bû. Pirtûkokê duhem de heta pêncem li ser Dîroka heta demê Ibn Xeldûn bû. Di pirtûkokên şeşêmîn û hefteman de jî dîroka Berberîyen Mexriban hebû.

Mûqadîme[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

El-Muqaddîme, ango Destpêk, Pirtûkoka Kitāb el-îbarê herî pêş de ye. Di wê de Ibn Xeldûn nirxandinê Dîroka Cîhanê dike. Li ser Muqaddîme Îbn Xeldûn bitûnî jiyanê xwe şixûlî. Di Pirtûkxana Netewiyê Tûnisê de destnivîsa wêyê xwemalî (orjînal) heye.

Xebatên Îbn Xeldûn dû wî re bi gelek kesî hat bikaranîn. Riva kirinê xweyê li ser malan (رَأْسُ المال| re'îsul mal, Kapital) paş re Karl Marx bikaranî. Ji bo wê Îbn Xeldûn gorî hin kesan "bavê" Dîroknasiyê, Civaknasî û Polîtîka ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]