Îbrahim Rojhilat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Îbrahîm Rojhilat hat beralîkirin)

Îbrahîm Rojhilat di sala 1969’an de, li dilê Serhed ê Bazîd ku li gûntara çiyayê Agirî ye ji dayîk bûye.

Dibistana seretayî, ya navîn û lise li Bazîdê kuta dike.Di sala 1991’an de bi damezrîna N.Ç.M. ’ê re di warê muzîkê de dest bi xebatên xwe yî profesyonel dike. Di wan salan de Koma Rojhilat ava dike. Tevî komê di sala 1997’ande albuma "Mezrabotan ım ez" derdixe. Hunermend ji welatê dengbêjiyê tê ku ev ax warê Ehmedê Xanî ye. Li aliyê din Radyoya Êrîvanê ji bandoreke mezın li serê kiribû. Ev hest bi xebatên li ser huner û muzîkê ya li nav NÇM’ê gihaşt û bi pêş ket. Di vê demê de tevî koma xwe li welat, li Ewropa, li Qefqasya û li deverên din ên dinyayê konsertan pêk tîne. Piştî demeka di kargêriya beşa muzîkê ya NÇM’ê de di sala 2001’an de ji bo programeke Newrozê diçe Awistralya û li wê derê dimîne. Bi taybeti lêkolînên xwe yên liser kelepora dengbejiyê û muzîka otantik li Awistralya didomîne. Hunermend xebatên di vê albumê de wek dilopek di derya ked û bîreweriya welatê xwe de dibîne. Ew albûm bi repertuar û şîroveya hunermend hêza wi ya radebilind û nasnameya wi ya hunerî derdixe holê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]