Îdrîsê Bidlîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mela Îdrîsê Bidlîsî[1] (z. 1452-57[çavkanî pêwîst e] − m. 1520[çavkanî pêwîst e]), mirovekî siyasî û zana yî di dîroka Kurdistanê de ku bi eslê xwe kurd bû.

Bi kirinekê xwe re serdemeka nazin ya dîroka Kurdistanê daye kifşkirin. Bi Yavuz Selim ku siltanê Osmanî bû peymaneka stratejîkî çê kir. Li gorî wê peymanê, ew wê Kurdistanê hemû di bin şahîtiya wî de gihişta hevdû û wê osmanî jî li Anatolyayê serdest bûba. Lê wê piştgirî dababan hevdû. Bi wê re çûn şerê Çaldêranê ê bi dewleta sefewî re. Di şer de bi serketin û li gorî levkirina ew levkirin pêşket. Lê piştre, piştî mirina Mela Îdrîsî Bidlîsî, Di dema qanûnî siltan Silêman de, qanûnî bi fermanekê ew peyman ji hoê rakir. Xwest ku hemû bi wî ve girêdayî bimêne. Di derbarê Mela Îdrîsî Bidlîsî de, ji ber wê levkirina wî ya bi osmaniyan re, heta roja me jî, kurd Îdrîsê Bidlîsî rexne dikin û dibêjin ku "wî xîyanet li kurdan kir bi wê levkirinê re."[çavkanî pêwîst e] Ji ber ku encamên wê levkirinê, piştre ji kurdan re, hertimî raperîn, serhildan û xwûn hanî. Piştre, di her demê de şer bi kurdan re hat kirin.

Jiyangerî[biguherîne]

Mela Îdrisê Bidlîsî, mirovekî bizane bûye. Heta roja me, ku mana, ser 28 pirtûk û ankû berhemên wî re hene. Mela Îdrîsê Bidlîsî, li dijî sefewiyan di şerê Çaldêranê (pevçûna Çaldêranê) re bi osmaniyan re bû yek. Li aliyê sefewiyan ku weke şahê sefewî Şah Îsmaîl hebû. Şah îsmaîl bixwe jî, bi aslê xwe kurd bûye. Malbata Îsmaîl, malbata şêx bûye û temenê "tarîqata îsmaîliyan" wan avêtiye. Ev tarîqat, bi navê "tarîqata Sefewî" jî tê nasîn.

Piştî şerê Çaldêranê, li herêmê wê li dijî kurdên elewî jî wê gelek komkujî pêk werin. Heta ku Anatolya seferên mazin li aliyê siltanên osmaniyan ve li dijî wan dihên pêk hanîn. Siltanê osmaniî, piştre dibêjin ku "emê Anatolya ji sersoran paqij bikin"[çavkanî pêwîst e]. Piştre bi vê armancê wê gelek sefer li gelek herêmên Anatolyayê li dijî elewî û sersoran wê werin kirin. Di ancame wan de serhildana Şêx Bedredîn pêk tê. Piştre jî, ji ber ku sefer li dijî wan pêk tê, wê êdî pêvajoya serhildanên celaliyan jî dest pê bikin. Ev hemû serhildan jî, bi armanca xwe parastina ji wan seferên osmaniyan in. Heta roja me jî, bandora wan seferan li ser kurdên elewî û elewîiyên ne kurd heye. Lê Di dema komarê û avabûna wê de, rayadarên tirk, bo ku wan bertekan ji ser xwe bidina avêtin. Bi navê Îdrîsê Bidlîsî berhemek derxistin li holê bi navê Selimname ku tê de dibêje ku di "şer li dijî sersoran de di naqabîna 40 û 70 hezarî de hatina qatil kirin."[çavkanî pêwîst e] Lê di dema xwe de Mela Îdrîsê Bidlîsî, berî hingî ti berhemên wî ên bi vî rengî tûna bûn. Piştre hat fahmkirin ku wê bi navê Îdrîsê Bidlîsî weke berhemekê ev newê herê kirin, piştre ziman hat guharandin û hat gotin ku "ev nameyek bû ku bi wî hatîya dayîn nivîsandin."[çavkanî pêwîst e] Armanca vê ew bû ku wê gotina siltanî osmanî a bi navê "paqijkirina sersoran ji Anatolyayê"[çavkanî pêwîst e], ne bi navê siltanê osmanî lê bi navê Îdrîsê Bidlîsî were fahmkirin. Ew dijberiya ku li dijî Mela Îdrîsê Bidlîsî jî ku di nava kurdan de afirî bû, dewletê xwestibû ku bi vî rengî ji wê jî sûd bigrê û wê bide gotin. Lê di rastiyê de, ti gotinên Mela Îdrîsê Bidlîsî ên bi vî rengî tpna bûn. Ji ber ku aliyê Şah Îsmaîl ku di şerê Çaldêranê de têkçûbû şîa bûn, ji vê rewşê jî hewl hatibû dayîn ku bi vî rengî sûd vergirin û bikarbênin.

Mela Îdrîsê Bidlîsî, li Kurdistanê, weke şahê Kurdistanê bûye[çavkanî pêwîst e]. Dergeha wî hebûye, weke ku çawa ku dergeha Şah îsmaîl hebûye. Piştî Selahedînê Eyûbî re wî xwestiya ku bi heman rengî mazin bibe û bibe serok li Kurdistanê û li herêmê[çavkanî pêwîst e]. Li herêmê, pirraniya êl û eşîrên kurdan û herêmên kurdan girêdane xwe bi Mela Îdrîsê Bidlîsî re dane nîşandin[çavkanî pêwîst e]. Bi vî rengî, ew weka şahekî Kurdistanê mazin bûye[çavkanî pêwîst e]. Hin gotinên ku di derbarê wî de tên gotin ku "ew xizmetkarekî osmaniyan bû"[çavkanî pêwîst e] jî, di vê temenê de di dema ku mirov rastiya wî fahm dike, mirov fahm dike ku ne rast e. Lê piştî wê levkirina bi osmaniyan re ku ancame wê pirr xirab bo kurdan derketina li holê, êdî kurdan ew weke berpirsiyarê wê rewşê û "yê ku xiyanet li kurdan kirî"[çavkanî pêwîst e] hanî ser ziman. Ev gotin jî, ji ber wê êşa kurdan ya ji pêvajoyên piştre ên bixwûn ji dilê wan hatibû gotin. Kurdan, bi vê yekê ev gotin ji dilê di ancame wan êşên xwe yên ku jîn kir de got ji bo wî.

Piştî şerê Çaldêranê[biguherîne]

Piştî şerê Çaldêranê ku bi dawî bû, wê êdî peymana Qasrî Şêrîn wê were mohrkirin. Di wê demê de, herêmên Kurdistanê ên weke rojhilat wê û pirranîya başûrê wê li aliyê sefewiyan ma. Lê Îdrîsê Bidlîsî di wê demê de, ev yek hazm nekir û piştî ku peyman mohrbû û dît ku ev herêma kurdan li derve ma. Wî hêzeka mazin di cih de şanda Mûsilê û li wir bicih kir û ew der di bin destê xwe de girt. Îdrîsê Bidlîsî, piştî şerê Çaldêranê, bi osmaniyan re ku tê gotin ku li Amasya ya, bi Yavuz Selim re peymanekê mohr dike. Li gorî wê, wê li Kurdistanê, mîrgeh û herêmên wê di destê kurdan de bin û kurd wê xwe bi rêve bibin. Wê parastina herêmên xwe jî bikin. Lê wê herdû alî, di rewşên giran de, alîkarî bidina hevdû.

Pêvajoya ku temenê şerê Çaldêranê diafirêne[biguherîne]

Berî ku dem were dem û roja şerê Çaldêranê, wê şahên sefewî wê hêrîşên wan li herêmên kurdan bibin. Bi taybetî, herî zêde, şahê sefewî ê ku bi hêrîşên xwe yên li herêmên kurdan navê wî derdikeve Mohammed Xudabendî bûye[çavkanî pêwîst e]. Li herêmên kurdan ên weke Şîrwanê, wê artişa xwe bişêne bi ser wir de û wê bi hezaran kurdan tenê rojekê de li wir di şûr de derbas bike. Ev jî, wê bike ku kurd di nava xwe de li dijî desthilatdariya sefewîya bikevina nava "înfîalê" de. Bertekên pirr mazin ji mîr û mîrgehên kurdan ên din derdikevin. Di wê demê de, mîrgeha kurd ya Kirmaşanê ku di wê demê de ev herêm bi navê "kirma" jî tê gotin[çavkanî pêwîst e] ku di hat binavkirin, wê serbixwebûna xwe denezêne. Hingî wê dewleta sefewî, bike ku wî ji holê ra bike. Lê nikarê. Heta ku dem tê dema Şah Îsmaîl, wê ew bertek pirr zêde bibin. Hingî, wê êdî Şah Îsmaîl, wê hemû mîrên kurdan weke "serekên kurdan" dewetî qasra xwe bike û ji wan bixwezê ku li cem wî bin[çavkanî pêwîst e]. Lê ji ber wan kirinên ku li dijî wan bûna. Piştre, Şah Îsmaîl, nahêle ku ew ji qasre derkevin, heta ku ne bêjin emê li cem te bin û bi wê sûnd nexwûn. Ev jî, di dema ku nava xalkê de tê bihîstin, tê gotin ku Şah îsmaîl, "serokên kurdan, di qasrê de dîl (esîr) girtine."[çavkanî pêwîst e] Piştre, serekên kurdan bi hêza xwe, êdî xwe ji wir xilas dikin. Piştre ku şer dibe, wê serokên kurdan li cem Şah îsmaîl cih negirin. Ev jî, wê bike di şerê Çaldêranê de dewleta sefewî têk herê.

Piştî şerê Çaldêranê dawiya Şah Îsmaîl[biguherîne]

Dawî şah îsmaîl, wê piştî şerê Çaldêranê, wê bikeve rewşeka pirr xirab de. Piştî şer, wê herê û xwe ji holê dûr bike. Lê malbeta wî, wê ji desthilatdariyê were dûr kirin. Malbata Şah Îsmaîl bi eslê xwe malbatek kurd bûne. Kalkê Şah Îsmaîl, Sefiyedînê Erdebîlî ye[2][3]. Sefiyedînê Erdebîlî jî bi eslê xwe kurd e[2][3].

Piştî Mela Îdrîsê Bidlîsî rewşa Kurdistanê[biguherîne]

Piştî Îdrîsê Bedlîsî, rewşa kurdistanê sal bi sal xirabtir dibê. Di dema Îdrîsê Bidlîsî de osmaniyan wêre ne dikir ku bertekên xirab li dijî wî û kurdan bidina nîşandin. Ji ber ku hêz û bandûra Îdrîsê Bidlîsî pirr mazin bû. Ji ber vê jî, ti kesekî ne dixwest ku wî hêzê û wî hildina hemberê xwe. Piştî Îdrîsê Bidlîsî mir, êdî piştre qanûnî siltan Silêman, wê fermanekê bi weşenê û wê bixwezê ku herkesek tabîî wî bibe. Bi navê îslemiyetê wê vê bike. Lê kurd, ji vê re nabêjin herê. Wê piştre, ew jî sefera xwe ya herî mazin di dema xwe de wê li herême Kurdistanê li ser serê kurdan li dar bixe û gelek herêmên ku dijî wî bûna, wê bikev kavil. Piştre, êdî dem bi dem vê ev rewş dowam bike li Kurdistanê li ser serê kurdan.

Berhemên wî[biguherîne]

Îdrîsî Bidlîsî, yên di roja me de tên zanîn, ser 28 berheman re ya. Lê gelek berhemên wî, li gorî rewşa siyasî ya roja me ku bibina temenê politikayên dewletê ên roja me, weke ku çawa ku di berhemên Saîdê kurdî de guharandin bûya, di yên wî de bûya. Her wusa, gotinên weke ku di temenê dijberiya elewiyan de, piştre di pirtûkên wî de hatina bicihkirin. Minaq gotinaka ku di pirtûkên wî de bicih kirina ew a ku tê gotin ku wî gotiya "emê sersoran ji anatolîa paqij bikin."..[4]. Lê ev gotinên siltanên osmanî na ku wan di demên xwe de gotîya. Îdrîsê Beidlîsî, ne li Anatolya, herî zêde li Kurdistanê maya û bi kurdistanê re alaqadar bûya..[5]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Dr. Elî Teter Nêrweyî (2010). Mela Îdrîsê Bidlîsî û rêkeftina kurd û usmanî. Di pirtûka wî ya bi navê Kurd û mêjû (çend vekolînek dor mêjûya nû û hevçerx a kurd û Kurdistan) de, Spîrêz, Dihok.
  2. a b Richard Tapper, Frontier nomads of Iran: a political and social history of the Shahsevan, Cambridge University Press, 1997, ISBN 9780521583367, p. 39.
  3. a b EBN BAZZAZ Encyclopedia Iranica
  4. http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/9069--di-derbare-idrisi-bedlisi-de-
  5. http://www.rojevakurdistan.com/index.php/kurdi/9069--di-derbare-idrisi-bedlisi-de-