Îhsan Fetahiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îhsan Fetahiyan
Jidayikbûn1981 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin11 çiriya paşîn 2009 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDarxistin li ser wîkîdaneyê biguhêre(Cezayê mirinê)
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îhsan Fetahiyan ( * 1981 li Kirmaşan; m. 11ê çiriya paşîn a 2009an li Sine) parêzvanê mafên mirovan, têkoşerekî kurd bû. Ji aliyê dewleta Îranê ve hate dardekirin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 20ê tîrmeha 2008an de ji aliyê hêzên Îranê ve tê girtin. Wî bi endametiya rêxistina Komala (rêxistin) ya li rojhilatê Îranê bo mafên kurdan têdikoşe tewanbar dikin. Di gelek çavkaniyan de behsa endametiya wî ya PJAKê tê kirin.

Dadgeha şoreşê wî herwiha bi dijminiya Xwedê jî sûcdar dike û cezayê 10 salan lê dibirre. Dadgeha bilind jî cezayê îdamê dide. Dadgeh herwiha mafê berevaniyê jî nade wî.

Nameya Îhsan Fetahiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"...Dema roj diçe ava tîrêjên wê yên dawî, riyek nîşanî min dane ku ez vê nameyê binivîsim. Dengê pelên daran ên payîzê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî, bang li min dikin û dibêjin, dev jê berde bila biweşin. Ev dema ku ez niha tê de me, nîşana riya azadiyê ye. Ez tu carî ji mirinê ne tirsiya me. Ez germahiya mirinê his dikim û nas dikim. Ji ber ku mirin hevalê min ê herî kevn e.

Ez yek ji dergûşên mirovahiyê Kirmanşanê hatim dinê û min li wir dest bi jiyanê kir. Min li vir zilm û sîtem his kir. Ji ber vê çendê li ez li gelek riyan geriyam da ku ji vê rewşê derkevim. Lê mixabin hemû li pêşiyan min hatibûn girtin. Ez ji hebûn û nasnameya xwe bê par mabûm. Ji ber vê çendê ez neçar mam ku derkevim derveyî sînor. Ez bûm peşmêrgeye/gerîlayê Kurdistanê.

Ez tu caran ji şûna lê ji dayik bûme qut nebûm. Carekê ji bo serdanê çûm cih û warê xwe, lê ez hatim girtin. Ji ber îşkenceya hovane ya li min hat kirin û helwesta li hemberî min hat nîşan dan, min fêm kir ku dawiya vê yekê mirinê. Piştî vê îşkenceya giran û rewşa tecrîdê ya ez tê de mam, 10 sal cezayê girtîgehê li min hat birîn.

Lê belê dozgeriya bajarê Sine ev ceza veguherand dardekirina min. Di hevdîtina min a dawî bi dozgerê Sine re, wê demê li xwe mukir hat ku ceza ne qanunî, lê belê siyasî ye û got, ew ê vî cezayê bicih bînin. Wê demê min jî fêm kir ku ceza siyasî ye.

Eger stemkar û desthilatdar difikirin ku bi kuştina min wê pirsgirêka kurd û Kurdistanê ji holê were rakirin, ev xeyaleke pûç e. Ew ê tu carî bi mirina min û ya hezaran ciwanên weke min nikaribin bigihêjin armancên xwe. Her mirinek jiyaneke nû bi xwere tîne..."