Îmam Şafiî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Îmam Şafîî hat beralîkirin)
Navê îmamê Şafiî bi erebî

Îmam Şafiî ango Muhemmed ibn Îdrîs eş-Şafiî (bi erebî: Muhammad bin Idrîs ash-Shâfi'î) îmamê mezheba Şafiî ye. Îro jî bi hijmarek zêde kurd di mezhebê îmamê Şafiî de ye.

Destpek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Navê wî Muhemmed bin Îdrîs e, li gor salnameya Hîcrî sala 150 da li Filîstîn ê bajarê Xezeyê tê dunê, li vir dest bi perwerdaya olî dike, Qur'an a pîroz ji ber dike. Zaroktiya di nav xizaniyê da derbaz dibe, ji ber vî yekê diya wî digre dere Mekke bi cîh dibe. Perwerda xwe li vir didomîne, di alîyekî da dest bi hîn bûna zimanê erebî dike, alîyekî hedisan hîn dibe.
  • 20 saliya xwe da pirtûka Îmam Malîkî a bi navê el-Muwatta dixwûne û di navbere neh rojan de jiber dike. Paşê bi rê dikeve û dere bajarê Medine li cem wî perwerdeye dibîne.
  • 29 saliya xwe da dere Necran'a Yemen ê dibe qadî.
  • 39 saliya xwe da wek alîgirê Elî tê tewanbarkirin le serbest tê berdan û dere Bexdat ê cem Muhammed îbn Hasan dersên fiqih ê hîn dibe. Dûra dere Mekke yê û di Harem-i Şerîf ê da dest bi ders dayîne dike. Di hêla fiqih ê da bi mamoste xwe Îmam Malîkî dikeve nakokiyan ev nakokî piştî derketina pirtûka wî a bi navê "Hîlafetî Malîk" her diçê kûr dibe. Dere Misirê da bi cîh dibe.
  • 54 saliya xwe da li wir wefat dike. Niha gora wî li Misir ê bin çîyayê Mukattana da ye.

Jiyana Îmam Şafiî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mezheba (mezheb di wata rê de ye) Îmam Şafiî di nav çar mezhebên ehlê Sunnet de hîsab dibe. Navê Îmam Şafîî, Muhemmed bîn Îdrîs e. Di sala wefata Ebû Henîfe de M. 767 an de (H. 150) di bajarê Filistîn, Xezede tê dinê. Bavê Îmam Şafîî mensûbê qebîla Qureyş e. Ew digihîje kurên Mutalîbê birayê Haşîmê kalê Pêxemberê me. Diya Îmam Şafiî ji Yemenê ji Qebîleya Ezd e. Di kirin û gihîştina Îmam Şafîî de para wê gellek zahf e. Îmam Şafiî hêj di dergûşê de ye bavê xwe wenda dike, ji ber vê yekê bi xizanî mezin dibe. Malbata Îmam Şafîî di vê xizaniya xwe de, xwe davêjin Filistînê. Di têkoşîna jiyanê de leqê gellek zehmetiyan dibin. Diya Îmam Şafîî wî dibe Mekeyê. Ew bi xizanî û sêwî mezin bû. Îmam Şafîî ji bo destpêka hînbûna xwe wusa dibêje "Piştê jiberkirina Qur'ana Pîroz ez herdem diçûm Mescîda Heram. Li vir min ji alimên hedîsê û ji alimên fiqihê sûd werdigirt, lêbelê em zaf xizan bûn, qeweta me qasê sendina rûpelek kaxiz jî tune bû. Min di nivisandina fêr û meselê ku ez hîn bibûm de gellek zahmetî kişand".

Îmam Şafiî xwendina xwe ya yekemîn li Mekê bi cih anî. Piştê vê xwendinê, dest bi hînbûna wêjeya Erebî kir. Ji ber vê yekê, beşdarê qebîla Huzeyl bû. Qebîla Huzeyl jiyana xwe li çolê didomandin. Îmam Şafîî li vir zanîna xwe pêş ve dibirin û xwe hînê avêtina tîrê dikirin. Di derbarê vî de Îmam Şafîî wusa dibê: "Ez ji Mekê derketim çolê, hînê ziman û jiyana qebîleya Huzeyl bûm. Ew qebîle ji aliyê zimanê Erebî ve ji hemî qebîla fesihtir bû. Ez bi wan re digeriyam ji wan hînê avêtina tirê bûm. Dema ez vegeriyam Mekê di warê Hedîs û wêje de zaf agahdar bibûm." Îmam Şafîî di deh saliya xwe de pirtûka (Muwetta- hedîs) zanayê di dema xwe de herî navdar Îmam Malîk di neh rojan de ji ber dike. Di ciwaniya xwe de pir girîngî dide ser ilmê. Ji alimê wek Sufyan bin Ûyeyne, Muslîm kurê Xalid ez-Zencî fêr digre. Di hedîsê fiqih lûxat û di wêje de xwe pirr pêş ve dabû. Di nav ciwanê Mekke de di zanebûna xwe da hatibû asteka wusa bilind ku bi pêçiya dihat nîşandan. Di tehsîla Îmam Şafîî de pêvajoya herî girîng ew e ku bi fêrgirtina ji Îmam Malîk dest pê kiriye. Wexta ku ji Mekkê diçe Medîne fêrgirtina xwe ya ji Îmam Malîk wusa qal dike: "Li Mekkê ez pêşî ji Muslîm bin Xalîd fêr digirtim. Wê wextê ez bihîstim ku Malik bin Enes kesek herî mezin e, ew îmamê Mislimanan e. Kete dilê min ku ez herim ba wî, jê fêr bigrim, bibim şagirtê wî.

Piştre pirtûka wî ya herî navdar ya ku bi navê Muwettayê min ji kesek Mekkî peyda kir. Di neh rojan de min jiber kir. Piştê xwendina wî pirtûkê, min bêtir xwest ku Îmam Malîk bibînim. Ji ber vê yekê ji beriya ku Îmam Şafîî here Medînê, ji bo ku leqayê tu astengî nebe ji waliyê Mekê nameyek distîne û dikeve rê. Wextê ku digihîje Medînê bi nameya xwe diçe cem walî nameyê dide destê walî û rewşa xwe jê re qal dike. Ew û walî bi hev re diçin mala Malîk bin Enes. Îmam Malîk wan li ber derî pêşwazî dike. Îmam Malik bi bejneka dirêj û bi sawîr (heybet) xuya dikir. Walî nameyê dide Îmam Malik. Dema Îmam Malik di seriyê namê de ku dibê "Muhemmedê kurê Îdrîs ji alê diya xwe ve kesekî bi şeref e û rewşa wî wusa ye…" dixwînê wusa dibêje: Subhanellah, îlma Resûlûllah wusa bûye ku edî bi nameya tê nivîsîn, tê pirsîn û tê xwestin" Pişt re Îmam Şafîî wusa dibêje: "Min rewşa xwe jê re qal kir û min go; "Ez dixwazim ji te fêr bigrim." Îmam Malîk gotinên min guhdar kir û li min mêze kir. Pirsî, navê te çî ye? Min go: "Muhemmed e". "Ey Muhemmed, Xwedê nûr xistiye dilê te, tuyê di pêşerojê de bibî mirovek navdar. Sibê bi mirovek re were bila ji te re Muwetta bixwîne". Min jê re got "Min ji ber kiriye, ez dikarim bixwînim".

Piştê wê rojê Şafîî diçû cem Îmam Malîk xwendina xwe dikir. Dema Îmam Şafîî li ba Îmam Malîk dixwend Îmam Malîk li hember xwendina Şafîî gellek dilgeş dibû. Ji ber vê yekê Îmam Şafîî carna ji tirsa xemgînbûna Îmam Malîk nedixwest li balê bixwîne. Lê îmam nedihişt. Lewra Îmam xwendina Şafîî pirr dieciband û digo "bixwîne ey ciwan".

Îmam Malîk di bin destê xwe de neh sal fêr dayê. Dema Îmam Şafîî di îlmê de digihîje astek bilind vedigere Mekkê. Waliyê Yemenê wî ji vir dibe welatê xwe û pêywira qazîtiyê didê. Îmam Şafîî peywira xwe li Necranê ku girêdayiya Yemenê bû, dikir. Ew peywira xwe bi dadperwerî dikir. Derfet nedidan zalim û keysoyan. Ji alî kesên heqnexwazan gellek eziyet gihiştiye Îmam Şafîî. Dema Îmam Şafîî li wir e, waliyek zalim dişînin Yemenê. Ev walî gellek zilm dikir merivên di bin desthiladariya xwe. Dema Îmam Şafîî bi vî dihese vî waliyê hişyar û rexne dike. Lê ev helwesta Îmam Şafîî dibe sedema acizbûna walî û sedema astengî ji xebatên wî re.

Ebasîyan ji nifşa Elî rik digirtin. Bizanibana ku yek ji nifşa Elî ye, wî rehet nedihiştin. An wê biketana zîndanê an jî wê wî bikuştana. Ev waliyê zalim, Îmam Şafîî bi alîgiriya Elî sûcdar dikir. Herkes jî zanîbû ku ev rewş derew e. Belê Şafîî ji nesebê Elî ango Ehlê Beyt hez dikir. Lê ji bo ew werin desthilatdariyê tu kiryarên wî tunebûn. Li ser hemî rastiyan derewên Walî dîsa jî li ser vê mijarê ji Xelîfe Harûn Reşîd re name şiyand û ew fît kir ser Îmamê Şafîî. Ji ber van fîtên Walî, Harûn Reşîd destê Şafîî kelepçe dike û wî tîne Bexdayê.

Îmam Şafîî di sî û çar saliya xwe de leqê aloziyek wusa dibe. Di himan demê de wî derdixînin pêşberê Xelîfe Harûn Reşîdî. Çar salan li Yemenê dimîne. Ev çar sal di dîroka Îslamê de wek wendayiyek tê hîsab. Lewra di vî çar salê de tiştê ku bikirana wê pirr bana. Li ser vê bûyerê Îmam Şafîî dev ji peywira xwe ya qazîtiyê ber dide. Û dîsa berê xwe dide îlmê. Ew him dida xwendin, him dixwend, him fêr dida him jî fêr digirt. Ji bo mirovan berhema xwe ya fiqih ya herî girîng derxist holê.

Îmam Şafîî diçe Bexdayê li vir mala Muhemmed kurê Hesen dixwîne û bi vî awayê fiqha Îraqê û ya Hîcazê berhev dike. Di îlma fiqhê de tê astek wusa bilind ku edî dikare rêzikê îlma fiqihê diyar bike. Navê wî di nav herkes de hate naskirin û belav bû, îtibara wî bilind bû. Şafîî bi heqê xwe gihîştibû merteba îmametiyê. Dema Şafîî li Bexdayê dima bi kesên Îraqî re diket niqaşa fiqhê. Xwe şagirtê Îmam Malîk dihesiband.

Îmam Şafîî Pişt re vedigere Mekkê li Haremê Şerîf dest bi dayîna fêrê dike. Di dema Hecê de alimên herî mezin bi wî re diaxivin, guh didin gotinên wî. Di vê demê de Ehmed bin Henbel wî dibîne. Êdî kesatiya Şafîî bi fiqihek nipînû derdikeve holê. Ev fiqih ne ya ehlê Medîne û ne jî ya ehlê Îraqê ye. Îmam Şafîî di nav Mekkê û Bexdayê de diçû û dihat. Îlma ku ji ustadê xwe sitandibû bi hişê xwe pêş ve dibir û fiqihek nû derdixist holê. Ev fiqih, di nav merivan de bela dikir û wan pê agahdar dikirin.

Gellek civak ji bo ji Îmam Şafîî îlim bigirin li dora wî diciviyan guhê xwe baş didan gotinên wî. Lê piştê demek di nav merivan de hinek kes û hinek fikrê dijî Îslamê derketin rastê. Ji bo vê yekê Îmam Şafîî ji bo xwe ji gelemşa Îraqê dûr bixe demek dirêj li Mekkê bi cih bû.

Îmam Şafîî di çil û pênc saliya xwe de carek din vedigere Bexdayê. Cihê ku Îmam Şafîî biçûya li wir raya xwe belav dikir. Lê hinek rayên wî bi yên ustadê wî Malîk re nakokî dibûn. Lê ji giramiya wî nedixwest wî rexne bike. Bi tenê raya xwe dianî ziman. Ji ber vê yekê gellek caran li hember bîd'etên ku dû Îmam Malîk derketin û têkoşîn dida. Îmam Şafîî bihîst ku di nav hin civakên mislimanan de berhem, pertal û kincên Îmam Malikî hatine muqedes kirin. Wusa bibû ku êdî hin kes li hember hedîsên Pêxemberê me bi peyvên Îmam Malik bersîv didan. Wusa bibû ku êdî li Endulusê gel bi şaşika Îmam Malîk ji bo baran bibare hêwîş dikirin. Lê Îmam Şafîî li hember van hemî bîd'etan disekinî, têkoşîn dida. Lewra dema mirov, di derbarê meleyan de pirr zêde biçûyana diketin riyek xeter, ji rê derdiketin. Wekê din, Îmam Şafîî di hinek mijaran de di dijê raya Îmam Malîk de muxalefet dikir. Bi navê "Xîlafetî Malîk" pirtûkek nivîsî lê ji hurmeta ustadê xwe Malîk dûdilî dikir ku vê pirtûkê derxe holê. Piştê salek pirtûkê şîrove dike û belavê mirovan dike. Dema jê re digotin "Te vî çawa kir?" Ew wusa bersiv dida: "Ustadê min, hogirê min e, Heq jî hogirê min e. Wextê ez van herdûyan datînim li ba hev, ez hogirtiya Heqê çêtir nêzî xwe dibînim."

Îmam Şafîî ev rexne ji bo riza Xwedê dikir. Lêbelê dîsa jî rexnekirina Malîk jê re giran dihat. Lewra ew ustadê wî bû. Rexna Şafîî, bû sedemê dijrabûna faqihên Misirê. Lewra Îmam Malîk li Misirê di nava muctehîdan de merhela yekemîn digirt. Ji ber vê kesên ku Îmam Malîk diparastin li dijê Îmamê Şafîî derdiketin. Ew rexne dikirin dixwestin ku wî ji memleket bavêjin. Hetta ji bo vê çûn cem walî derxistina Îmam Şafîî xwestin.

Îmam Şafîî hemî temenê xwe ji bo xizmeta Ola Îslam qedand. Ew heta dawiya temenê xwe her roj ji Qur'an xitmek dixwend. Mehê sî xitim diqedand. Di meha Remezanê de êvarê yek, rojê jî yek xitim dixwend. Di meha pîroz de şêst xitim xilas dikir. Êdî dema wefata Îmam Şafîî hatibû. Bêtaqet ketibû. Weka ewul nikaribû Qur'an bixwenda. Lê dixwest ji yekê xwendevan guhdar bikira. Dema Şafîî di vî halî de bû talebêEbû Musa, Yûnis bin Ebdulela jê re dixwend.

Li Misirê ji alî hin kesên tolaz lêdan xwar. Hêj pîr nebibû. Ev lêdan di canê wî de nexweşî çêkir. Ji hal ketibû. Êdî wek berê nikaribû zindî ba. Di dawiya nefesa wî de halê wî jê pirsîn. Ew jî dibê "Ez ji dinê koçber dibim, êdî jê diqetim. Şerbeta hêvî vedixwim. Diçim bal Rebbê xwe yê Kerîm". Wefata Şafîî ji alemê Îslamê re zayiyeka mezin dibe. Pirr xwîn wenda dike û bi zaya wê xwînê jiyana xwe ji dest dide. Di 20'ê Çileya sala 820'an dawiya êvara meha Recebê de, di pêncî û çar saliya xwe de -hin dibên ji nexweşiyê, hin jî dibên ji ber van derban- wefat kiriye/şehîd ketiye. Qebra wî li Misirê binê singa çiyayê Muqettena dimîne. Sala 1211'de Siltanê Eyyûbiyan El-Melîk El-Kamîl li ser qebra Îmam Şafîî tirbek biqubbe çêdike. Ji alî Selehaddînê Eyyûbî el-Kurdî jî li cem veê turbê medreseyek mezin tê çêkirin.

Îmam Şafîî ewliyayek herî mezin bû. Di gotinek xwe de wusa dibê: "16 sal e min têr xwarin nexwariye" dema sedema wê jê dipirsin, dibê "xwarina zaf giranî dide mirov, qelb zeîf dike. Feraset û îdrakê kêm dike. Zaf xew tîne û bi vî awayê meriv ji îbadetan dike, serê evditiyê kêmxwarin e". Diruvê Îmam Şafîî zaf xweşik û şêrîn bû. Jîrek bû, xwediyê qabîliyet mezin bû, zahf xweş Qur'an dixwend. Dema ew Qur'an bixwenda merivê dora wî ji xwe diçûn.

Harûn Reşîd, her sal ji Bîzansiyan bêş distend. Salek Bîzansiyan ruhbanê xwe rê kirin ku bi aliman re têkevin niqaşê. Ev wusa digot: "Gava alim me bibin emê bêş dayînê berdewam bikin, lê ger me têk nebin êdî em bêş nadin." Ji bo vê niqaşê çar sed fileh tên. Xelîfe ferman dide ku hemî alim li cem çemê Dîclê bigihîjin hev. Gazî Îmam Şafîî dikin ku bersiv bide pirsên Xirîstiyanan. Îmam Şafîî şalika nimêjê radike datîne ser milê xwe û tê devê çemê Dîcleyê. Li vir şalikê radixe davê ser avê û gazî ruhbana dike. "Kî bixwaze bi min re têkeve niqaşê bila werê vir." Lê tu kes ber bi wî jî naçe. Piştê vî bûyerê ruhbanê hatibûn ku têkevin nîqaşê li wir dibin misliman. Wextê împaratorê Bîzansê pê dihese ruhbanê ku şiyandiye bûne misliman ji xwe re wusa dibê; "Baş e ku nehatiye vir. Nexwe wê mirovên vê derê jî bikira misliman.”

Talebê Îmam Şafîî dibê; Roja cejnê ez bi Îmam Şafîî re ji mescîdê derketim. Pê re çûm heta li ber derê wî. Qerwaşek bi kîsikek zer hate cem Îmamê Şafîî. Ev kîsê zêr pêşkeşê Şafîî kir û wusa got: "Selamê Efendiyê min ji te re heye dixwaze ku tu van zêran bipêjirînî." Îmam Şafîî kîsê destê wî dipêjirîne. Di nav de demek kurt derbas dibe nabe mirovek tê ji Îmam Şafîî hinek pere dixwaze. Îmam Şafîî hêj devê vî kîsikê venekirî dide destê wî mirovê û wî dişîne.

Îmam Şafîî dibê; "Di zaroktiya min de Pêxemberê Xweda hat xewna min. Ew û hinek sehabî bûn. Li Mescîda Heram ji mirovan re meletî dikirin. Dema nimêja wan xilas bû ez çûm ba wî, min jê îlim xwest. Li ser vî Muhemmed ji binê qeftanê xwe mêzînek derxist û da destê min. Go "ji bo te ye ev mêzîn". Piştê vê xewna min da şîrove kirin. Ji min re ev hat gotin; "Tuyê li ser sunnetê bibî îmam. Wata mêzînê jî ev e, tê bigihîjî heqîqetê Muhemmediye.” Di dawiyê de Îmam Şafîî wusa dibêje: “Rojek min Elî xewna xwe de dît. Gustila xwe ji tiliya xwe derxist û xist tiliya min. Ew alametek ku îlma wî û ya Resûlûllah digihîje min bû.” Îmam Şafîî di şeş saliya xwe de dest bi mektebê dike. Diya wî ji zahîdan yek bû; jinek ewledar bû. Ji bo vê yekê gel carna siparteyên xwe disipartin wê. Rojek du kes boxçê xwe datînin balê. Ev meriv jê re gotibûn heyya em her du bi hev re neyên tu vî boxçê nedî kesê. Piştê demek ji vana yek tê boxçê ji balê dibe diçe. Yên din jî navberek kurt de tê û boxçê jê dixwaze. Dema Zahîde dibê min daye hevalê te. Mirov jê re; "Min ji te re negotibû qey hetanî em bi hev re neyên tu nedî tu kesî, te çima daye?" Li ser vê bûyerê zahîde zaf diqehere. Dema Îmam Şafîî tê û diya xwe bi xemgîn dibîne sedema vê xemgîniyê ji diya xwe dipirse, diya Îmam Şafîî tiştê ku hatiye serê wê yek bi yek ji kurê xwe re dibêje. Li ser vê Îmam Şafîî ji diya xwe re wusa dibêje: "Tu neqehire ezê vêga xwediyê boxçê re biaxivim." Şafîî tê cem xwediyê boxçê û dibêje, boxça we li cihê xwe disekine here hevalê xwe bîne, were boxça xwe bibe." Wextê xwediyê boxçê vê bersivê distîne di cihê xwe de mat dimîne û pişt re vedigere diçe, carek din jî nayê.

Çend Gotinen Îmam Şafîî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îmam Şafîî di şîreteka xwe de wusa dibê “Ji kesên ku mal û milkên wan ji yên te zaftir in nebehece. Ji kesên ku îbadet û teetên wan ji te zaftir e mînak bigre. Ji ber ku yên dijîn jî wê rojek bimrin. Ne hewce ye tu bihesidî dinya wan.

  • "Kes tune ku bê hogir û bê neyar be. Madem ku wusa ye, xwe ji nav ên Xweda Teala re îteet dikin, bihesibîne."
  • "Kesên ku ne di riya Resûlûllah(s.X.l.) û hevalên wî de bin, bibînim ku li ezman jî difire, dîsa jî rastiya wan napêjirînim."
  • "Dostê sadiq ew e ku, beşdarê keser û şadiya hevalên xwe dibe."
  • "Du kesên ku di tengiyê da eybê hevûdu derxin holê, ev ji elametê minafiqiyê ye."
  • "Ê ku di karê dinê de têkeve tengasî û neçariyê, bila berê xwe bide îbadetê."
  • "Hînbûna îlmê çêtir e ji îbadeta nafîlê."
  • "Di dinê de mirovê herî bêaram ew kes e ku, di dilê xwe de kîn û hesed vedişêre."
  • "Ê ku li ba te derbarê kesek din nebaşî biaxive, wê li ba kesek din jî di derbarê te de nebaşî biaxive."
  • "Ê ku demek zoriya îlmê fam nekiribe, wê di hemî jiyana xwe de zîlleta nezaniyê bikşîne."
  • "Îlmê hîn be, kes ji dayîkbûna xwe alim nîn e. Kesê zana û nezan nabe yek."
  • "Çi kes heqî û rastiyê bêje gotinê wî kesê bipêjirînin."
  • "Hey mirov li zimanê xwe xwedî derkeve/biparêze bila zimanê te, bi te ve nede."

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hîlafetî Malîk
  • Ahkamu'l Qur'an
  • Es-Sunen
  • Kîtabu'l-um
  • Musned-î Şafîî
  • Er-Rîsale ( Behsa rê û rêziken fiqhê dike.)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]