Împeratoriya eşkanî
|
Împeratoriya eşkanî
Ashkāniān (Bi zimanê partî) |
|||||||||||||||||||
|
|||||||||||||||||||
|
|
|||||||||||||||||||
|
|||||||||||||||||||
Împeratoriya eşkanî an Împeratoriya eşkaniyan an jî Împeratoriya partan (farsiya kevin: Parθava, latînî: Parthi) dewleteke dema antîk de bi gelemperî li ser xakên Îrana îroj de di 3'emîn sedsala b.z. de hat saz kirin bû û hin deman Mezopotamya, Kurdistan û başûr rojavaya Asyaya Navîn de jî serwerî ajotî bû. Wan hin caran xwe bi ji bo damezrênerê xwe, xwe wek arşakiyan jî nav dikirin.
Naverok |
Dîrok [biguherîne]
Destpêk [biguherîne]
Strabo, dîrokzanekî yewnan di navbera 63 b.z.- 24 p.z. de dijî bû, bawer dikir ku gelê eşkanî ji Kardoxê[1] ango kurdistanî bûn.
Gorî teoriyeke din jî orijîna gelên eşkaniyan ew gelekî ji îskîtan bi navê Parnî (Parni) li başûr rojhilata Deryaya Mazenderan bicih bû bûn. Kênge wan koça satrapa Parsia (Parthia) kir wan navê parsî girtin. Navbera 250 b.z. û 238 b.z. de parsiyan bi pêşengiya Arşak (Arsakes) hin derên Îranê di serweriya keyatiya seleukiyan de dagir kirin.
Wan demên eşkaniyan dewlet demzrandî bûn, ji bo dagirkirina Îranê Îskenderê Mezin û seleukiyan, Îran di bin bandora çendaya helenî de ma bû. Ji bo wê wan hin deman yewnanî wek zimanê dewlete bikaranî bûn, lê zimanê gel bi gelemperî farsiya kevin bû û li ser wan bandora, dewleteke dina îranî, hexamenişiyan jî pir bû.
Di dema keyê seleukî Antiochos III (209–206 b.z.) de seleukiyan êrîşa eşkaniyan kirin, ji bo xakên xwe yên ku ji aliyê eşkaniyan ve hatibû dagirkirin şûnda bistînin. Wê deman de wan ji bo wan êrîşan xwe biparêzin eşkaniyan jî li rojhelat zor da keyaniya Yewnanî-Baktrî.
Belavbûn [biguherîne]
Dema Mithridates I parsiyan 141 b.z. de Mesopotamya jî dagir kir. Mithridates di dema xwe de ji hexamenişî şûnda cara pêşin nasnavê Şahînşah girt. Di dema Mithridates II (124 b.z.–88 b.z.) de di 115 b.z. de Rêya Hevrîşim şûnda hat avakirin.
Di destpêka 1'emîn sedsala b.z. de eşkanî wek dijber der ketina hembera Împeratoriya Romê. Ji wan yek cengan, yeka di sala 53 b.z. de, eşkaniyan li Xarranê Împeratoriya Romê di serdariya Marcus Licinius Crassus de bin xist. Di wê cengê de Crassus jî ji aliyê eşkaniyan ve hat kuştin. Ji pê vê serketinê re di 40/39 b.z. de eşkaniyan ber bi Anatoliyayê zor dana Romayê jî ewna, nêzik ji hêla romayiyan ve hat rawestandin.
Di dema Augustus de di 20 b.z. de herdu dewletan çemê Firat bi bajarê Dura Europos ve wek sînora navbera hev de diyar kirin û Eşkaniyan ew xakên dagir kirinî şunda ji Romayan re ber dan. Cengên dinên navbera eşkaniyan û romayiyan di demê împeratorên Nero Nero (ji Ermenistan 54–63), Trajan (114–117), Marcus Aurelius (161–166), Septimius Severus (195 û 197/198) û Caracalla (216–218) de bûn.
Trajan di cenga dema xwe de xakên eşkaniyan bi piranî hundira Romayê kirin. Lê di wan cengên navbera eşkaniyan û romayiyan de tim êrîşê dewleteke yê din pêyçûn dikir. Eşkaniyan Ermenistan dagir dikir û heta Sûriyê dihat û ji pê êrîşên Romayê re şûnda paşve diçûn. Romayiyan bi van êrîşan re Mezopotamya û Ermenistan dagir dikir û hin caran heta paytexta eşkaniyan Tîsfûn dagir dikir (ew di salên 116, 165 û 197an de sê caran hate dagirkirin). Lê eşkaniyan heta rojhelatên Îranê yên dûr şûnda diçû û şûnda êrîşa Romayê dikir.
Rûxîna keyaniyê [biguherîne]
Di sedsala 1'ê û 2'an piştî zayîn de di împeratoriya eşkaniyan de gelek cengên gel bûbûn. Di wê demê de ji bo cengên hembera Romayê de jî wan dijwara xwe wunda dikir. Di wê demê de dîsa êrîşên ji stepên Asyaya Navîn ji Saka û Împeratoriya Kûşan de dihatinî jî bandor li ser eşkaniyan dikir.
Li Persê (îroj parêzgeha Farsê) di destpêka sedsala 3'an de serîhildaneke di pêşengîye mîrzaye herêmî Erdeşîr I de der ket û wî di dor 211an de xakên dor Pers dagir kirin. Erdeşîrê Yekê di 224an de keyê eşkaniyanî yê dawî Artabanos IV di cengê de bin xist û ew kuşt. Di 226an de ji pê dagirkirina Tîsfûnê, paytexta eşkaniyan, re wî xwe wek key da zanîn û wî xanedaniya sasanî damezrand.
Xanedana da damezrênera eşkaniyan arşakiyan ji pê sasaniyan re jî li Ermenistanê nêzî 200 salan serwerî ajot. Ew kargeriya xanedanê arşakiyan li Ermenistana Persî ji pê dagirkirina sasaniyan di 428 re dawî bû.
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ History of the Decline and Fall of the Roman Empire, Chapter 21.