Încîla Barnabas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Încîla Barnabas (Mizgîniya Barnabas) yek ji Încîlên sexte ye.

Destnivîsara wê ya herî kevn bi zimanê Îtalî P.Z. di sedsala 15’an an 16’an de derket. Ji sedsala pêşî û heta bi sedsala 15’an tu agahî û delîl tune ku bawermendên Mesîh Încîla Barnabas bi kar anîbin û ew tu caran ji aliyê tu dêra Xirîstiyanî nehatiye qebûlkirin. Sedema vê yekê ew e ku Încîla Barnabas bi nakokiyan tije ye:

Di beşên 20 û 21’ê de ew dibêje ku Îsa li gola Celîlê li keştiyekê siwar bû û dema ku ew gihîşt Nisretê, ew li qeraxê golê ji aliyê gundiyan ve hat vexwendin. Lê di navbera van herdu cihan de 25 kîlometre hene û ji bilî çiya û çol û çolistanê tu tiştê din tune. Wek ku tu bêjî: Ez bi keştiyê ji Entabê çûme Urfayê... Nivîskar li ser xwe dibêje ku ew şagirtê Îsa Mesîh e, lê ew qet bi welatê Îsrael nizane.

Di beşa 3'an de (3:217) nivîskar dibêje ku Pontiyos Pîlatos hem di dema bûyîna Îsa de (sala 4’an B.Z.) û hem jî di dema mirina wî de (sala 30’î P.Z.) li herêma Filîstîn û Cihûstanê waliyê Romayiyan bû; lê belê li gor çavkaniyên dîrokî û arkeolojîk, Pîlatos P.Z. di sala 26’an de ji aliyê împerator (qeyser) Tîberyos ve ji bo Filistîn û Cihûstanê walî hat kifşkirin.

Nakokiyeke din jî ew e ku Îsa (mesele di beşa 42:2'an de) qebûl nake ku ew bi xwe Mesîh e. Ev yek hem li gor Încîlê û hem jî li gor Quranê ne rast e.

Ev û gelek şaşiyên din bûne sedem ku îro dîrokvan û pisporên dîn û diyanetê Încîla Barnabas wek Încîleke rast qebûl nakin.