Îsmaîlîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keleha îsmaîlî ya Mesyafê (Sûrî)

Îsmaîlîtî an jî şiîtiya Heft Îmaman terîqeteke batinî ya misilmanên şia ye. Wê terîqetê navê xwe ji Îsmaîl ibn Cefer –law û gorî pêyçûnên wê paşwerê heftemîn îmamê Dozdeh Îmaman Cefer es-Sadiq bû− girtî ye. Îroj nêzî 18 milyon pêyçûnên vê terîqetê, li Efxanistan, Hindistan, Pakistan, Sûrî, Yemen û Tacîkistan dijîn.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îsmaîlîtî di dema ebasiyan de derket. Kênge lawê Elî yî paşîn Hesen bin Elî û destekên xwe bi piranî li Kerbelayê hat şehîdkirin re şiayan pejirand ku bila Zeyn el-Abidîn, neviyê Elî tenê li pê mayî, û zayendê wî îmamê şiayan bin. Ew çaremîn îmamê Dozdeh Îmaman bû. Ji pê di 765an de şeşemîn îmamê şiayan Îmam Cefer wefat kir re şia nav hev de par bûn. Yek ji wan paran jî îsmaîlî bûn. Wan Îsmaîl ibn Cefer, lawê şeşemîn îmam bû, wek mîratê şeşemîn îmam, ango îmamê heftem pejirandin. Lê şia par ve bû îsmaîlî yek ji milên wan paran bû.

Îsmaîlî li hin dewletan mezheba fermî bû. Yek ji wan fatimiyan ji bo zayenda îmam Îsmaîl danbera jina Mihemedê pêxember Fatime dikirin xwe wiha nav dikirin û îsmaîlîtî terîqeta xwe ya fermî bû.

Dewleta îsmaîlî ya pêşîn ya qermetî bû. Ew di 874an de li Îranê hat afirandin dor 150 salan serwerî ajot. Qermetiyan di sala 929an de Meke dagir kir û Kevirê Reş (Hecer el-Eswed) birine el-Haseyê. Îsmaîli kênge bê dewlet bûn jî çalakên veşartî dewam dikirin. Wan wek Îxwan es-Sefa bajarên mezin ên wek Bexdayê veşartî çalak dewam dikirin. Di wan deman de bandora îsmaîliyan li ser xelîfeyên sunî jî pir bû.

Di sedsala 10'an de îsmaîliyan li Efrîqaya Bakur dewleta Fatimî saz kir û kargerî wan xwe wek xelîfe da zanîn û ji pê re jî di 969an de Qehîre dagir kirin. Lê di dema fatimiyan de jî terîqeta îsmaîlî di 1094an de wek ya nizarî û ya muste'lî par bûn. Lê pê mirina xelîfe Hakim di 1021an re terîqeta durzî derket. Bawer dikin ku, xelîfe nemirî ye. Lê îroj jî durzî êdî terîqeteke rêşaş tê dîtin.

Selahedînê Eyûbî û selcûqan li hembera wan êrîşên mezin kirin û ji nav milet derxisitin û kişîna kele û çiyayan. Yek ji wan keleyan kela Elemût bû.

Bawer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Terîqeta Îsmaîlî ji heft sinifan pêk tê. Bawer dikin ku, kes di jiyîna xwe de nikare bi sinifa heftem bigêhe û Şêx el-Cebel tenê digêhîşte sinifa heftem. Dîsa bawer dikin ku, Şêxê sia Xwedayê li erdê ye. Ji bo vê ew çi bike çi neke rast e û wî tu caran çewt nake. Bawer dikin ku, giyanên gêhiştinî sinifa şeşem ji mirinê şûn da digêhe Şêx û Xwedayê xwe. Yên li sinifa jêr jî ji bedenê de dere bedenên din û li dinê îşkence bûne. Dîsa bawer dikin ku, erd, yanê dinya dojeh e. Ji bo vê jî wan neditirsiyan ku xwe ji bo şêxê xwe feda bikin. Ger ku yek xwe ji bo şêx xwe feda bike ewê here bihuştê. Fedayiyên Hesenê Sebah jî bi vê bawerê xwe feda dikirin û mêrkujî dikirin. Lê ji bo milet bawer dikin ku, ji bo bi hêsanî xwe feda bikin wan xaşxaşkê dikişînin, wek xaşxaşî dihat zanîn.

Heft sinifên Îsmaîliyan jêr de heta jor wiha bûn: mumin (bawerker), mukelef (stûbar), da'î (bangdar), da'î el-du'at (Dengdarê Mezin), derê terîqetê, derê heqîqatê, Şêx el-Cebel an Belaxa Azam (?). Hesenê Sebah jî wek Şêx el-Cebel dihat zanîn.

Heft Îmamên Îsmaîlî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

0. Elî (bi erebî: ʿAlī ibn Abī Ṭālib, di sala 661ê de wefat kir)
1. Hesen bin Elî (Hasan ibn ʿAlī ibn Abī Ṭālib)
2. Huseyn bin Elî (Husayn ʿAlī ibn Abī Ṭālib, 680)
3. Elî Zeynelebidîn (ʿAlī Zayn al-ʿĀbidīn, 713)
4. Muhemmed el-Baqir (Muḥammad al-Bāqir, 733)
5. Cefer es-Sadiq (Jaʿfar aṣ-Ṣādiq, 765)
6. Îsmaîl ibn Cefer (Ismā'īl ibn Jaʿfar, 755)
7. Muhemmed ibn Îsmaîl (Muḥammad ibn Ismā'īl)

Îmamên Îsmaîlî yên ji pê re gorî Nizarî û Mustelî (yan Muste'lî) ciyawazî dewam dikin.

Milên bizava îsmaîlî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)
  • Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]