Îsmaîl Taha Şahîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îsmaîl Taha Şahîn civaknas û nivîskarekî kurd e û danerê Ferhenga Amed e. Ew di 24ê hezîrana 1957an de li gundê Seyzarê Jêrîn ê devera Sêmêlê hatiye ser dinyayê.

Îsmaîl Taha Şahîn di sala 1977-78an de li zanîngeha Silêmaniyê kolîca adabê pişka civakzanî (komelnasî) hatiye wergirtin. Di sala 1981-82an de xwandina zankoyê bi dûmahî anî. Di sala 1982an de berhemê wî yê yekê Ne hemû gotnên meznan gîra li berîne di rojnameya Hawkarî de hatiye belavkirin. Her wesa gelek babetên dî yên hemecor navbeyn navbeyn di gelek govar û rojnameyên kurdî yên wekî Hawkarî, Beyan, Karwan, Bizav, Roşinbîrî Niwê, al-'Iraq, Paşkoy 'Êraq, Rasterê, Resen, Peyamî Rastî, Evro, Kepir, Nûbihar, Çavdêr, Awêne û hwd belav kirine.

Di sala 1994an de li Kolîca Şerî'et û Dîrasatên Îslamî li Dihokê wek mamostayê zimanê kurdî hate damezrandin û çar salan li serêk zimanê kurdî û derûnzanî û binemayên vekolanê û binemayên perwerdeyê li kolîca navbirî gotîne.

Nuke (2012) yek ji endamên Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdstanê ye û vekolerê civakî ye li ser mîlakê perwerdeya Sêmêlê.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta nuke ev berhemên xwarê dane çapê:

  1. Destpêka xwandin û nivîsîna kurdî, Dihok, Çapxaneya Kolîca Şerî'etê, 1994.
  2. Agrî xwelî jê dimînit, Komeka gotaran. Dihok, Çapxaneya Zanist, 1998.
  3. Nexş û nîgarên berka koçerî, Dihok, Spîrêz, 2005.
  4. Balindeyên goştxwer, Dihok, Spîrêz, 2005.
  5. Balindeyên Kurdstanê: pişka yekê (2005) û pişka diduyan (2007), pişka sêyan (2008), pişka çaran (2008), Dihok, Spîrêz.
  6. Hingvîn çewa çê dibît? Ji zimanê erebî hatiye wergerandin, Dihok, Spîrêz, 2005.
  7. Darûbar, ji zimanê erebî hatiye wergerandin, Dihok, Spîrêz, 2006.
  8. Mêşemor, ji zimanê erebî hatiye wergerandin, Dihok, Spîrêz, 2007.
  9. Bergotiyên koçerekî deştînebuwiy, hozan. Dihok, Weşanên êketiya nivîserên kurd, 2007.
  10. Ji bo rênvîseka çêtir, ziman, Dihok, Weşanên êketiya nivîserên kurd, 2008.

Berhemên amadekirî ku di paşerojê de bide çapkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Ferhenga Amed (ferhengeke kurdî (kurmancî) - kurdî (soranî) - erebî ya berfireh), ji 20.000 peyvan pitir pêk hatiye.
  2. Axivtin şekre ne li hemî ziman û seran: komeka berfirehe ji gotinên mezinan yên nivîskarî bi xwe ji devê xelkî bihîstîn û komkirîn.
  3. Amkê mino mamanî: komeka wan mamkane yên li Deşta Dubanê belav.
  4. Baweriya bê sîber: komeka gotaran.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]