Îsmet Dax

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Îsmet Dax di konsereka şaxa Îzmîrê ya NÇMê

Îsmet Dax (bi tirkî: İsmet Dağ) (* 1965) hunermend û bestekar ê kurd e.

[biguherîne] Kurtejiyan

Îsmet Dax di sala 1965 an de,li Dêrika Çiyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Dêrikê xwendiye. Dax, hîna di zaroktiya xwe de bi muzîkê ve mijûl bûye û li dibistanê,di gelek şevên çand û hunerî de derketiye ser dikê. Wê demê hunermend ên bi navdar bi rêz Erdoğan Yapıştıran û Turhan Yapıştıran ji wî re li saz dane. Ji ber kû wê çaxê kurdî qedexe bû helbestên tirkî dixwend e.

Ji bo têkefe zanîngehê,di sala 1985'an de ji welêt derdikeve û tê bajarê Îzmîrê, û li wir bi cih dibe.

Di sala 1986 an de dizewice.

Di sala 1990 an de, Îsmet Dax û çar hevalên xwe Faysal Oktay, Saadettin Karaaslan, Hamît Bîlirmiş û Ziwer, bi navê Koma Tûrcel an komekê muzîk ê dadimezirînin. Koma Tûrcel an, nêzîkî sê salan li Îzmîrê tevlî şahî û govend ên Kurd an dibe.

Koma Jiyana Welat: Feyrûzşah Özer, Welat Özer û îsmet Dax

Piştî avabûna NAVENDA ÇANDA MEZOPOTAMYA şaxa li Îzmîrê; Dax, di sala 1993an de ew û du keçikê xwe li wir dest bi xebat ên xwe dike. Di sala 1997an de Dax Û sê heval ên xwe (XAFUR,FEYRÛZŞAH Û WELAT) komekê di bin baskên NÇMê şaxa Îzmîrê de, bi navê Koma Jiyana Welat ava dikin.

Di sala 1999 an de wî albûm a xwe ya yekemîn, bi navê Dewra Mêhdî hat amadekir û ev kaset ji hêla Medya Mûzîkê ve hate belav kirin. Ev kaset ji donzdeh helbestan pêk hatibû, gotin û muzîk ê vê albûm ê ji aliyê Îsmet Dax ve hatibû amadekirin.

Dax gelek helbest dan hunermend an û gelek hunermend an helbest ên wî xwandin.Ên wek Xanemîr,Rojda, Bawercan, Şêxmûs, Elif Koç.Koma gulên Xerzan,Mehmet Koç,Koma Mazlûm, Çinarli Dawûd, Saadettîn û Mewlûde.û her wekîdin

[biguherîne] Albûmên wî

Sal Berga Albûmê Navê Albûmê û Naverok
1999 Ismet dax Dewra mêhdî hat-1999.kaset.jpg Dewra Mehdî Hat

A

  • De rabe Xanê
  • Bilîrîn in
  • Rinda min bûye wezîr
  • Qelenê min pirr biha ye
  • Dîlber

B

  • Werin em bi heval bin
  • Giya di bin kevir de namîn e
  • Bes e lo bira
  • Kê çi kiribe wê bijîn in
  • Ewil toxim bû
  • Silav û hurmet
2004 Îsmet Dax.2004.jpg


Xweşik û Serbilind e

A

  • Lo Lawiko
  • Welatê Rojê
  • Hunermend
  • Tu Her Hebe Cana Min
  • Şên Bikin
  • Xweşik û Serbilind e

B

  • Şervano
  • Bîst û yekê Adarê
  • Wayê Tên
  • Gula Min Gulperî ye
  • Çila Ronî Venamire
Berga Albûma "Xweşik û Serbilind e
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran