Îsrafîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Melek Îsrafîl, ji Berzîşiya afirandinê ya al-Qazwînî, Îraq 1280

Îsrafîl (bi erebî:إسرافيلIsrāfīl, bi kurdî tê wateya agirnak, bişewat) frîşteyekî (melek, milyaket) sereke ye di ola Îslamê de.

Yek ji çar melekên mezin e. Di gora ola Îslamê Îsrafîl di roja qiyametê de bi destûra Xwedê pifê sûrê yan jî lûleyê dike. Hêja Mihemmed Pêxamber di hadîsekî xwe de ji Îsrafîl re "sahib - i karn", ango xwediyê sûrê, xwediyê lûlê gotiye. Di roja dawiyê de Îsrafil du caran pifê sûrê dike.

Bi pifkirina yekemîn, hemû tişt di ezmîn û zemîn de tune dibin. Di Quranê de wiha tê gotin: "Êdî gava ku di sûrê de bi carekî tenê tê pifkirinê, zemîn û çiya tên rakirin û bi yek carekî li hev dikevin." (Sûreya Haqqe: 69/13,14)

Lê bi pifkirina duyemîn, hemû mirov disa zindî dibin û bi hev re li derekî bi nav "Mahşer" li ba Xwedê kom dibim. Li ser vî bûyerê jî Quran wiha dibêje: "Gava ku di sûrê de tê pifkirinê. Êdî ew ji goran derketine û li ba Xwedêyê xwe de lez dikin. " (Sûreya Yasîn: 36/51)