Îzhak Rabîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Yitzak Rabin PD.jpg

Îzhak Rabîn (bi îngîlîzî: Yitzhak Rabin, îbranî: ‏יצחק רבין‎; * 1'ê adarê 1922 li Yarûselam; † 4'ê sermawezê 1995 li Tel Avîv) yek ji general, wezîr û serokwezîrên Îsraîlî bû. Ji aliyê radîkalekî rastgîr ê Îsraîlê yê bi navê Yigal Amir ve hate kuştin.

Sala 1994'î bi tevî Yaser Erefat guncavê Xelata Nobel a aşitiyê hatiye dîtin. Di siyaseta Îsraîlê de riyeke aştiyê dixwast vebike û bêî şêr û bi hinde dayînan pirsgirêka mezin a Filistînê çareser bike. Ew herçendî wisa polîtîkayên rewa dimeşand jî, kirinên wî yên di dema artêşê de general bû, di qada neteweyî de derbarê wî de bêbawerî çêdikir.

Polîtîkayeka wî ya taybet bo Kurd û Kurdistaniyan nebû. Wî jî bi heman awayê berjewendiyên dewleta Îsraîl bi dagirkerên Kurdistanê re didît.