ÖKK

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

ÖKK (Özel Kuvvetler Komutanligi - Fermandariya Hêzên Taybet) navê fermî yê navenda herî bilind a artêşa Tirkiyê û dewleta veşarî ya Tirkiyê ye. Navê wê yê berê ÖHD (Özel Harp Dairesi - Bûroya şerê taybet) bû.

Navend di rastiyê de bi dizî ye. Nav û hêzên ku tên nîşandan, ÖKK ya rastîn nîne. Cara pêşîn di sala 1952'î de bi navê Seferberlik Tetkik Kurulu - Lijneya analîza seferberiyê, bi şêwirmendiya DYAyê bo têkbirina xetereya komûnîzmê wekî îllegal hatiye damezrandin. Cara pêşîn Bülent Ecevit, li ser lêpirsîneka windabûna bi milyonan Dolarî behsa hebûna navendên bi vî rengî kir. Wî gotibû wan ev pereyên windayî bo ÖHDyê terxankirine.

Sazî li dijî sosyalîst û komûnîstên Tirkiyê biserdikeve û bi hezaran ji wan dikuje yan ji armancên wan dûr dixîne. Tê zanîn ku di rastiyê de li Tirkiyê hikûmet, parlaman û hêza birêvebiriyê girêdayî artêşê ne. Hemî desthilatdarî di bin fermana artêşê de ye. Di nava artêşê de jî herwiha hin kom û berên berjewendiyan hene (alîgirên Amerîkayê, alîgirên Almanya hwd). ÖKK wekî federasyoneka van kom û beran e. Ango lêhevhatineke, sentezeke wan e.

Agahiyên çapemeniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gorî çapemeniya Tirk, navê wê yê berê ÖHD, bi destpêka şerê çekdarî yê PKKê re hatiye guhertin. Hinde nav şibandine PKKê. Di nava xwe de Ölüm-KK (Mirin-KK) jî dibêjin. Gelek hêzên taybet ên perwerdekirî girêdayî ÖKKyê ne. Di rastiyê de serkaniya artêşa Tirk jî girêdayî ÖKKyê ye.

Kesên bixwazin tevlî hêzên taybet ên operasyonel ên rasterast girêdayî ÖKKyê ne bibin, divê dilxwaz bin û di jiyana xwe de li dijî Kurd û çepgiran xwe îspat bikin. Hêzên operasyonel ên ÖKKê bi metoda "şerê nebirêkûpêk, şerê awarte" perwerde dibînin û rêxistinên wan jî bi heman metodî ne.