Özz Nûjen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Özz Nûjen
Image dans Infobox.
Özz Nûjen (2014)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Komedyenê stand-upLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Özz Nûjen, bi navê wî yê berê Özgür Gezgin (jdb. 20ê hezîrana 1975an), dublajker, aktor û komedyenekî stand-up ê swêdî ye ku bi eslê xwe kurd e.

Özz Nûjen di 20ê hezîrana 1975an de li herêma Serhedê li gundê Xirabşehirê, ku navbera Patnos û Milazgirê ye, hatiye ser dinyayê[çavkanî hewce ye]. Dema ew 8 salî bû wî û malbata xwe weke penaberan koçî Swêdê dikin[1].

Ji xeynî komedyenbûna xwe, ew nivîskarê metnê û şanoger e û bernameyên televîzyonê pêşkêş dike. Ew li Swêdê binavûdeng e û di nav gel de gelek hezkirî ye. Özz Nûjen di 2007an de bi xelata Kurdê Salê ya Swêdê û di 2012an de jî bi xelata aştiyê ya Eldh-Ekblad hate xelatkirin.

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]