Ûrûgûay
Ji Wîkîpediya
| República Oriental del Uruguay
|
|
|---|---|
Ala |
Mertal |
| Sirûda netewî: Orientales, la Patria o la tumba |
|
![]() |
|
| Zimanên fermî | Spanî |
| Sîstema sîyasî | Komar |
| Serxwebûn | 25'ê gelawêjê 1825an rave kir di 28'ê gelawêjê 1828an de hat nasîn (ji Brazîlê) |
| Paytext | Montevideo |
| Serokdewlet | Tabaré Vázquez |
| Rûerd | 176.220 km² |
| Gelhe | 3.415.920 |
| Dirav | Pesoya Ûrûgûayî |
| Navçeya demjimêrî (UTC) | UTC-3 |
| Nîşana înternetê | .uy |
| Koda telefonê | +598 |
| Gotina Netewî Libertad o Muerte (Spanî, Azadî an Mirîn) |
|
Ûrûgûay, bi fermî Komara Rojhilat a Ûrûgûayê (República Oriental del Uruguay), welatekî li başûrê Amerîkaya Başûrê ye. Sînorên xwe li bakur bi Brazîl, li rojava Çemê Ûrûgûay û Arjentîn, li başûr û rojhelat jî Okyanûsa Atlantîk re hêne. Li Arjantin bi Çemê Ûrûgûay û devoka (ango li ku çem digîhî deryayê) wî çemî, Rio de la Plata vediqete. Ew li Zûrîname şunda welata herî biçûkê duyemê Amerîkaya Başûrê ye. Nêzî nîvîya nifûsa xwe li bajarê herî mezin û paytexta Montevideoyê dijî ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne]
Navê "Ûrûgûay" ji zimanî guaraní de tê ye. Lê di çi de derketi ye bi tunî nê vebirî ye. Du gumanên wê wiha dibejin, yek "çemê uruyan" (uru cûrekî çûkan e), yeka din jî "çûkên boya bûyî" ne.
[biguherîne] Erdnîgarî
Bi 176.220 km²(li 2.600 km² rû bi avê hatiye girtin) rûerda xwe Ûrûgûay li Zûrîname şunda welata herî biçûka duyema Amerîkaya Başûr e (Çi qas Guayana Fransî jî lê biçûktir e jî, ji bo nê serxwebû ye nêya hesandin). Rûya Ûrûgûayê bi piranî rast e. Li rûerda bitenê %10an xwe ji 200 m bilindtir e. Xala di welat de herî bilind bi 514 m Cerro Catedral e.
Li bakur bi Brazîlê re 985 km, li rojava bi Arjentinê re 579 km sînorên xwe hêne. Dirêjahîya beravên xweya bi Okyanûsa Atlantîk re 660 km ye.
[biguherîne] Çem
Çemê Ûrûgûay herî mezin Çemê Ûrûgûay e û bi tunî 1790 km ye. Ew bi Rio de la Plata va sînorên rojava pêk tî ne. Río Negro çemêkî Ûrûgûayê dinî gering ne. Ew bi 750 km Ûrûgûayê bi bakur rojavayî û başûr rojhelatî da derbaz dike.
Rio de la Plata teva Okyanûsa Atlantîk dibe. Cîh lê tal dibe devokê herî mezina dine pêk tî ne.
[biguherîne] Siruşt
Siruşta Ûrûgûay siruşteke germ e. Ew qas ku germahîyên bin sifir hinde nê zanîn. Nîvekîya salînîya niqira germê 17,5 °C ye. Mehaya herî germ bi nîvekî 32 °C germahî rêbendan, Mehaya herî sar jî bi nîvekî 6 °C pûşper e. Li sala nêzî 1000 mm/sal barîj dibare. Mehaya herî barijî adar e.
[biguherîne] Gel
Ûrûgûay bi piranî, bi %88, ji kesên di Ewropa de koç kirinî, %8 mestizan û xulamên di Afrîka de hatin anîn de pêk hati ye. Gelê xweya ji Ewropayê de hatî: spanî, îtalî, îngîlîz, portûgalî, rûs, îrlandî, fransî ne. Dimatîyên, anku, mirovên resas ên Ûrûgûayê (charrúas, guanaes, yaros û chanaes in.
[biguherîne] Ol
Ûrûgûayî bi piranî %74 xristiyanên roman katolîk in. Li wan bêtir %2 protestant, %2 cihû û xristiyanên ermenî jî hene. %21 ji gelî xwe li oleke din an jî li ti olê na binî ne.
[biguherîne] Werziş (sport)
Li Ûrûgûay sporta herî navdar fitbol e. Ew du caran di 1930an de li welatî xwe û di 1950an li Brazîlê di Kasa Dinyayê de bû şampiyon, ango yekem. Kasa Dinyayê ya Fifa herî pêş de di 1930an de li Ûrûgûayê hat organîzekirin û paş di finalê de Ûrûgûayê Arjentîn daxist şunda bû şampiyon. Ûrûgûay bi tunî 14 caran bi Arjentînê va welata di Copa América de herî pir şampiyon bûye.
Basketbol û Rugby jî hin siporên dinên di Ûrûgûayê de navdar in. Di 2005an de Esteban Batista bû basketbolvanê herî pêş de ko yê ketî NBA.
[biguherîne] Girêdanê Web
- INE - enstîtûya netewîya statistîkan
- Poder Legislativo - Rûpela fermîya Patlementoya Ûrûgûay
- Presidencia de la República Oriental del Uruguay - Rûpela fermîya serokkomarîye
