Ûrmiye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ûrmiye
ارومیه
Ûrmiye (Îran)
Ûrmiye
Nexşeya cihan Îran
Kargêrî
Dûgel  Îran
Parêzgeh Azerbaycana Rojava
Şaristan Ûrmiye
Bexş Navend
Demografî
Navê nîştecihan ûrmiyeyî (yj.) / ûrmiyeyiyan (pj.)
Gelhe 963.738 (2011)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.355 m
Koordînat 37° 32′ 58″ Bakur
      
45° 04′ 11″ Rojhilat
 / 37.54944°Bk 45.06972°Rh / 37.54944; 45.06972
Wêne
OrumiehFromPlane.jpg
Wêne ya Ûrmiyeyê ji esmanê
Kitêbxaneya Zanîngeha Ûrmiyeyê

Ûrmiye[1], Wirmê[2] an Urmê[3] (bi farsîارومیه), bajarê sêyem ê herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê paş bajarên Kirmaşan û Sine ye. Nifûsa bajarê Ûrmiyê li derdora 970.000 ye. Xelkê Ûrmiyê bi zaravayê kurdî kurmancî û zimanê azerî dipeyivin. Bajar ji çend herêmên cuda ên kurdnişîn û azernişîn pêk tê:

Etîmolojî[biguherîne]

Heta niha gelek niqaş ser vî navî hatine kirin. Hraç Martirosiyan (Hrach Martirosyan) di pirtûka xwe bi navê "Studies in Armenian Etymology" di rûpela 681 de dibêje Ormî di zimanê ermenî de wate divarê dora bajêr. Paşê dibêje ormi di gel ὅρμος / hormos a yewnanî bi wateya liman ya iskile, yek kok heye ku erdnîgarê jî vê isbat dike.

Ûrmiyê dîrokekî pi kevin heye. Pêşniyarê din bo koka navê Ûrmiyê ev in: Pourdavoud, Ûr- (bajarekî mîna di bêjeya Ûrşelîm, bajarê Suleyman) û -miye (av); di zimanê aramî de wate bajarê avan[çavkanî pêwîst e]. Samuel Noah dibê ku orum di gel ho-ru-um a di navê "horumkoraka" ya sumêrê ku navê çiyayekî di "Efsaneya loqalbanda padişahê Sumerê" ye hevkok be[çavkanî pêwîst e]. Minorsky, ji ber ku di hin ketîbeyên siryanî de ku li pal gola Ûrmiyê hatine dîtin navê Armaitî Urmaitî hatiye dibe ku ev nav siryanî be[çavkanî pêwîst e]. Navê berê yê Ûrmiyê di serdema şah de Rizayiye bû ku ji navê Riza Şahê pehlevî girtibûn. Navê Ûrmiyê yê kevin di serdema Sasaniyan de Çîçist bûye ku di kitêba Avestayê de jî hatiyê ku zadîgeha Zerdeşt pêxember bûye. Niha jî li kêlega Ûrmiyeyê gundek bi navê Çîçist heye.

Erdnîgar[biguherîne]

Ji aliyê erdnîgariyê de, bajarê Ûrmiyiyê ji aliyê rojhilat ve digehe gola Ûrmiyê û ji aliyê rojava ve digehe bakurê Kurdistanê û ji bakur ve digehe bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digehe bajarên Mehabad û Şino yê.

Ûrmiye navenda parezgehe Azerbaycana Rojava e, ku ji bajarên Mehabad, Xoy, Selmas, Makû, Çaldiran, Miyanduaw, Bokan, Nexede, Şino, Pîranşar û Serdeştê pêk tê.

Dabeşkirina bexşê[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Ûrmiye (bexş)

Gundistanên bexşê:

  • Merkezî (navend) (lمرکزی), gundistanên vê bexşê ev in:
    • Berandiz (باراندوز)
    • Berandizçaya Serî (باراندوزچای شمالی)
    • Berandizçaya Binî (باراندوزچای جنوبی)
    • Turkeman (ترکمان)
    • Bekşlûçay (بکشلوچای)
    • Dol (دول)
    • Nazlûya Binî (نازلوی جنوبی)
    • Başqela (باش قلعه)
    • Rozeçay (روضه چای)
Şaristana Ûrmiyeyê

Dîrok[biguherîne]

Di vî bajarî de yek ji pêşengên tevgera Kurdayetiyê Dr. Qasimlo hatiye dinê.

Demografî[biguherîne]

Li herêmê êlên Begzade, Celalî, Dirî, Hinare, Herkî, Gewrek (Gawerk) , Kirmanc, Kore Sunî, Seyîd û Şikak dijîn.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Ronayî Onen û Samî Tan (2009). Hînker. Asta sêyemîn [sic]. Enstîtuya Kurdî, Stembol.
  2. Ebdulla Xafor (1996). Cografyay Kurdistan. APEC
  3. Gîwî Mukriyanî (1999/2010). Ferhengî Kurdistan. Kurdî-kurdî. Enstituya Kurdî ya Amedê

Girêdanên derve[biguherîne]


37°32′58″Bk 45°04′11″Rh / 37.54944°Bk 45.06972°Rh / 37.54944; 45.06972