İbrahim Halil Baran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
İbrahim Halil Baran
Image dans Infobox.
Îbrahîm Xelîl Baran, sal 2017
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (42 salî)
RihaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Dîcleyê
Bilkent University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

İbrahim Halil Baran, berniyas bi Îbram Xelîl Baran, nivîskar û lêkolînerekî kurd ê bi zimanê tirkî ye.

Di 1981'ê de li bajarê Kurdistana Bakur Rihayê (Urfa) li gundeke navçeya Pirsûsê (Suruç) ji dayîk bu. Pistî dibistana xwe ya serî di sala 2003’an de li Zaningeha Dicle ya Amedê beşa Mamostetîya Zimanê Tirkî xelas kir. Dû re salekê li ser Weje û Zimanê Tirkî li Zaningeha Bîlkent xwend.[1]

Îbram Xelîl Baran, gava deh salî bû dest bi nivisandinê kir û digel vê yekê nivis, helbest û gotûbêjên wî di kovaran de hatin weşandin. Pê re di kovara Yom Sanat de editorî kir. Di weşanxanê de li ser pêşnumayê xebitî û bû derhênerê hûnerî. Di sala 2004’an de Weşanxana Yom ava kir û li ser wêjeyê pirtûk derxistin. Di îlona 2004’an de di Antolojiya Mezin ya Wiyo’yê de hate hilbijartin û kete nav helbestvanên hilbijartî.

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbram Xelîl baran di sala 2002’an de yekemîn pirtûka wî ya bi navê Esmer Tenli Irmak Düşleri (Xeyalên Rubarên Esmer) ji Weşanxana Sî derket. Di sala 2005’an de jî pirtuka wî ya duyemin nav bi Sular Divanı (Dîwana Avan) derket. Gellek helbestên wî hatine vergerandin û bi çend zimana anîne weşandin.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera şexsî ya Îbram Xelîl Baran Girêdana arşîvê 2018-11-18 li ser Wayback Machine