İlhan Selçuk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

İlhan Selçuk (bilêvkirina bi kurdî: Îlhan Selçûk) (* 1925, Aydın) rojnamevan û nivîskarekî tirk e. Xwedî û berpirsiyarê giştî yê rojnameya Cumhuriyet e.

Xwedî nêrînên kemalîst (ango kesên rê û metodên Mustafa Kemal Atatürk dişopînin) û neteweperwer e. Di cûntaya leşkerî ya sala 1961'î de ji ber çalakiyên xwe yên di nava refên TKP (Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê) tê girtin û bi awayeke şikbar tê serbestberdan. Gorî gelekan ew ji aliyê dewleta Tirk ve bo sîxuriya di nava eniyên çepgir, pêşverû û sosyalîstan tê perwerdekirin. Gelek seyahetên wê yên DYAyê jî hene.

Bi teslîmbûna serokê TKPê Haydar Kutlu û hilweşîna YKSSê ew di nava rojnameya Cumhuriyet de cihê xwe xurt dike û li dijî têkoşînên Kurdan û sosyalîstan bi ziravî li alternatîvên di xizmeta Komara Tirkiyeyê de digere.

Ergenekon û hewldanên komkujiya Kurdan[biguherîne]

Di 21'ê adarê 2008'î de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê Selçuk ji ber têkiliya bi rêxistina dizî Ergenekonê û serokatiya wê ya îdeolojîk tê binçavkirin. Ji ber rexne û protestoyên Kemalistan û rastgiran serbest tê berdan.

Tê gotin ku artêşa Tirk ji bo pêdiviyên têkoşîna îllegal a lêşkerî bi dehan rêxistin avakiriye û yek ji van jî Ergenekon e. Artêşê ev rêxistin gelek bikaraniye û hatiye wê radeyê ku rêxistin êdî zêde çûye. Bi van girtinên sembolîk artêşê xwastiyê van rêxistinan ji nû ve organize bike û kontrola xwe jidestbernede.

Ergenekon yek ji rêxistinên şerê taybet ên Komara Tirkiyeyê ye û di bin kontrola artêşê de ye. Herçendî derbarê van organîzasyonan de kêm agahî hebin û yên henin jî dezînformasyon (belavkirina agahiyên şaş û nedirust) bin, pisporên polîtîkayê didin zanîn kû li Tirkiyeyê hêza serdest artêş e û tenê di bin fermana wê de hêzekê dikare li Tirkiyeyê xebatê bike.

Gorî rojnameyan û rêxistinên mafê mirovan Ergenekon tevlî sedan operasyonên li dijî Kurdan bûye. Gelek caran wan bombe avêtine sîvîlan û xistine para PKKê. Wan gelek Kurd kujtine, êşkence, operasyonên provokatîv hwd kirine. Ergenekon hewl û propagandaya Komkujiya Kurdan, qet nebe derxistina wan ji bajarên Tirkan û hilweşandina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dike.