İlyas Salman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

İlyas Salman (z. 14'ê rêbendanê, 1949) yek ji aktorên kînoyê yên navdar ên Tirkiyê ye.

Salman li Erxewan a Meletîyê jidayîkbûye. Di hemî jiyana xwe de Kurdbûna xwe aniye zimên. Van demên dawiyê di quncika xwe ya di kovara Türk Solu de diyor kir ku ew ne Kurd lê Tirkoman e. Zewicî ye û xwedî 2 zarokan e. Di şanoyê de dest bi jiyana aktoriyê kiriye. Niha jî him di şanoyan de, him jî di fîlman de rol digire. Herwekî Salman derhênerî jî kiriye.

Salman wekî hobî bi mûzîkê re jî bilî dibe. Albûmên ku derxistiye elaqeyeke mezin wergirtiye. Salman helbestan jî dinivîsîne û dixwîne.

Salman bi salan xwe wekî Kurd dida nasandin. Derdiket TVan digot "ji ber ku ez Kurd im, kar nadin min, bang li dewletên Ewropa dikim ku mafên penaberiyê bidin min". Carekê bi fermî serîlêdana mafê penaberiyê li balyozxaneya Holendayê dabû.

Salman niha di kovareke nîjadperest de dinivîsîne. Kovara bi navê Türk Solu (Çepa Tirk) li dijî hebûna gelê Kurd têdikoşe, behsa komkujiya Kurdan dike.

Herwiha koma ku Salman di nav de cih girtiye, dijminiya Kurdan dikin, kampanyayên wekî "Ji Kurdan dan-stendinê nekin, xaniyên xwe nedin Kurdan, Kurdan nehêlin bajarên xwe ûww" lidar dixin.

Fîlm[biguherîne]

Albûm[biguherîne]