İzzet Altınmeşe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji İzet Altınmeşe hat beralîkirin)

İzzet Altınmeşe, (jdb. 1945 li Çîngûş, Diyarbekir) yek ji hunermendên ku awaz û stranên kurdî bi zimanê tirkî distirê ye.

Ew herçendî li Amedê ji dayik bûbe jî di 5 meheniya xwe de bi tevî malbata xwe koçberî Edeneyê bûne û li wir mezin bûye. Bavê wî porsaz (berber, porbir) bû û Altınmeşe jî fêrî berberiyê bûbû û dixebitî. Dengê wî xwedî oktaveke bilind û xweşik bû. Ev yeka han bala komeleya muzîkê ya gelêrî dikişand. Di sala 1963'yan de li wir dest bi xebata amatorî ya muzîkê dike.

Rola muzîkê di asîmîlasyona kurdan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê zanîn piştî damezrandina Komara Tirkiyê li Mezra (Elezîz), Edene, Erzirom û Meletîyê komel û akademiyên muzîkê tên sazkirin û karê wan yê fermî dizîn û vegotina awazên kurdî bû. Gorî sosyologê tirk İsmail Beşikçi van saziyan herwekî diziya çîrok, metelok, leyîstikên zarokan hwd jî dikir. Çanda kurdî bi zimanê tirkî dihate pêşwazîkirin û ev yeka han asîmîlasyon bileztir dikir. Lewra ew hest û cîhana kurdan bûn. Heger hest û cîhana kurdan bi zimanê tirkî dihate îcrakirin, diviyabû kurd fêrî zimanê tirkî bibana.

Komeleya ku Altınmeşe lê dest bi xebatê dikir, komeleyeka (Komeleya keran) wiha bû û peywira wê ya serekî asîmîlasyona kurdan bû. Tê zanîn Altınmeşe bi sedan stran û awazên kurdî werdigerîne tirkî û bi versiyona tirkî bi kurdan dide hezkirin.

Xelata Hunermendiya Dûgelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di sala 1998an de bi xelata herî mezin ya dewleta tirk bo hunermendan, xelata Hunermendiya Dûgelê werdigire û xizmetên wî yên bêhempa bo asîmîlasyona kurdan bibersîv dike.

Hin stranên wî yên ji kurdî hatine girtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Esmerim - Esmera min (ji herêma Wanê hatiye wergirtin)
  • Nazey - Nazê (stran ji Başûrê Kurdistanê hatiye wergirtin û bi eslê xwe soranî ye)
  • De Get Bayburt - De here Bayburt (straneke ermenî ye û wergerandine tirkî)
  • Kınayı Getir Aney - Hene bînin (straneke kurdî ye)
  • Saza Niye Gelmedin - Çima nehatî sazbendiyê (awazeke soranî ye, peyvên wê kirine tirkî)
  • Sevdiğime Pişman Ettin - We ez poşmamê hezkirinê kirim
  • Fırat - Ferat (awazeke kurdî ye peyvên wê kirine tirkî)
  • Maden Dağı - Çiyayê Maden (awazeke kurdî ye peyvên wê kirine tirkî)