Şêl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şêl, şêlavk, badena ji kar û têkelên şêlkerî, badenakerî, spîkirinê rê tê gotin. Li hin deveran ji ber ku bi şêlavkê avahî xweşik û rind dibin, ji badenakirinê re, şerbetkirin jî dibêjin.

Şêlkirin bi şêlavk û hin bûjenên din tê kirin. Bo mînak gîbs, çement, kaxez ûed. Şêlkirin karê xemilandinê, seyakirin (molekirin, sewaxkirin) jî karê dûzkirin û parastina tiştekê ye.

Berê li Kurdistanê avahî bi kîla spî dihate şêlkirin. Wê demê lêkera spîkirin dihate bikaranîn. Dûv re kirêc navdar bû, niha jî şêlavkên rengîn ên plastîkî belav bûne.

Şêlkirin bi bûjenên wekî kaxezê jî dibe. Hin kes malên xwe bi kaxezên dîwaran şêl dikin. Berê li dîwanan, dîwar carnan bi poşperdeyan dihatin xemilandin, niha nemane. Şêlkirin pirranî biharê û payîzê tê kirin.

Awayên şêlkirinê[biguherîne]

  • Şêlkirina stûr, gîbs, beton, dekorasyon ûêd
  • Şêlkirina tenik, kirêc, goniyên (boyaxên) plastîkî ûêd
  • Şêlkirina lêreşandî, bi alavên reşandinê ûêd
  • Şêlkirina bingehîn, karê şêlkirinê yê bingehîn û berê
  • Şêlkirina rûkirinî, karê şêlkirinê yê dawîn û xemilandin

Materyalên şêlkirinê yên sereke[biguherîne]

Ferhengoka bêjeya şêlê[biguherîne]

Hin cureyên bikaranîna vê bêjeyê hene lê gava mirov baş bala xwe bideyê, dîbîne ku hemî jî mentiqa xwe ji badenayê digirin. Badena rûyê tiştan ên derveyî ye, xiraban baş nîşan dide.

  • Şêl, badena
  • Şêlavk, têkelên ron ên di şêlkirinê de tên bikaranîn (kirêc ûêd)
  • Şêl û pêl, ji derve xuyandina kinc û bala mirovekê
  • Şêl, rengê tevgera mirovan, bo mînak yek hêrs bibe mirov dizane bihêrs e. Wezîyet, teamûl. Heger badenaya avahiyekê pirr baş û rind be, mirov dizane xwediyê wê avahiyê sewaxa xwe jî baş kiriye, dîwar jî baş dadaye.
  • Şêlandin, dizîn, jê birin
  • Şêlî (şêlû), nezelal