Şêrîn Perwer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şêrîn Perwer di sala 1959’a de li Qamişloyê hatiye dinyayê. Di sala 1962’a de malbata wê li Bêrûtê bi cih û war bûye û xwendina xwe ya navendî li wî bajarî pêk aniye. Di sala 1978’a de derdikeve Ewropayê. Xwendina xwe ya zanîngehê li Almanyayê li ‘Beşa Çenda Gelan’ di bin navê ‘Etnolojiyê’ de kuta dike. Zimanên kurdî, erebî, almanî, îngilîzî û fransî dizane. Piştî sala 1984’a, li Amerîkayê bi cih bû. Di sala 1983’an de zewicî û dayika sê zarokan e.