Şêx Adî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Perestgeha Lalişê ku tê de gora Şêx Adî ye
Gora Şêx Adî

Şêx Adî mirovekî bi keramet û xwedênas û zana û reformkarê ayîna êzdiyatiyê bûye. Ew di navbera salê 1073 û 1162'an de dijiyaye. Parastina Şêx Adî di nav hebandina êzdiyan gelek giring e û roja îro gora wî li perestgeha Lalişê cihê ziyaretê ye.

Jinenîgarî[biguherîne]

Helbet rêza min bo wan kesan heye, yên ku serê xwe bo dîrok û civaka xwe dêshînin! Lê dema mirov shashiyên mezin dibîne, nechar dibe dest bavêje pênûsê rastiyan ronî bike. Mixabin ew kes carna tishtên ne rast ser Ola me di nivîsînin û Ez Karim bêjim ku ew kes bi xwe ji nivîsê xwe ne bawerin, lê cardin jî ser vê Ola kevnar ku bi hemû kelepur, Mîtologî û Pîrozbahiyên xwe ji kategoriyek dûr û dirêj tê nivîsê ne di ciyê xwede belav dikin. ciyê mixabiniyê ye ku vî hunguvê mirovahî bi nivîsên xwe yên bêserber birîndar û leke dikin. Nemaze ser cenabê Shêx Adî pir tishtên ne rast tên nivîsîn. Lê mixabin ku ew di derbarê Shêx Adî de nizanin û teqez nizanin jiyana cenabê Shêx Adî, ji kur dest pê kiriye û chi rol li herêmê leyistî ye û nizanin Shêx Adî kî ye û bi chi mebestê pêshengiya vê “Ola pîroz” kirî ye û chi cûre xebat bo vê Olê kirî ye, nizanin cenabê Shêx Adî jiyana xwe, ji bo vê Olê terxan kirî ye.! Gotinek bav-kalan heye weha dibêje: “Yê ne ji malekê, nizanê bi hewalekê!”



Ez wek Oldarekî Êzdî ya. Ez pêwîst di bînim hin chavkaniyan ji dîrokê bînim ber chavan ku em bigîjin wê kaniyê û bizanin, rehên vê darê ji kur tên. ji we hêjayan re diyar bikim ku Shêx Adî, bi hevt baban Êzdî ye .! û Em vê rastiyê bi hevre bibînin.. Ango, ne bibe mîna gotina bav-kalan: “Bav ji ash tê û kur qise dike !”. Belê, berî ji dayikbûna Shêx Adî bi 239, salan, di demê Fituhatê Îslamî de, Ereban cavên xwe yên dakîrker û bi navê Îslamê, chav berdan xaka Kurdistanê. Ereb, li wan chiya û deshtan, li wan gelî û kaniyan, li wan rûbar û rezan, li wê xeml û xweshikbûna ciwan tema bûn û bi artêshên xwe ên dijwar diajotin ser Bashûrê Mezin û hemû herêmên Kurdistanê… Bêguman, Êzdiyan jî, ev neheqî û kiryarên nekêr qebûl ne kirin û bê rawestan li ber xwe dan û bi qatilyamên mezin rû bi rû bûn heta bi roja me îro, û hêjî di wê hesarê de giyankêshî dikshînin. Ji ber ku Êzdiyan ev raman û dakirkeriya wan ya nijatperestî û Olî ne pejirandin lewra diketin bersinga êrîshên wan û bi tundî sherê wan dijberan di kirin…!



Di sala 833, yê zayînê de, wê demê Îraq dewleta Ebasî bû serokê dewletê xelîfe Mutesem Bi Lah bû, û Ebdulah kurê Ensî pashayê bajarê Mûsilê bû û serkirdê leshkerê dewletê bû, mîrê êzdiyan wê demê mîr Caferê Dasinî bû. Wan deman rêberên Îslamê ola xwe bi darê zorê didan belav kirin û bi zorê bi miletan didan pejrandin.! Herweha li bashurê mezin yê kurdistanê, êzdiyan bi serokatiya mîr Caferê Dasinî Ol û jiyana xwe di domandin. Serokê dewleta Îraqê xelîfe Mutesem Bi Lah gote; mîr Caferê Dasinî gere hun ola Îslamê li ser xwe qebul bikin û shehde bi dînê Muhemed bînin. Mîr Cafer dibersivîne di bêje; “em tu caran ola xwe nagorînin.” Xelîfe di bêje; ku hun xwe nespêrin ola islamê, lê divê hun her sal ji sedî bîst 20,% ceza pere bidin Îslamê, ango her sal ji sedî 20… “Mîr Cafer di bêje; em ne ceza didin û ne jî ola xwe di guhirînin.!”

Herweha, ku mîr Cafer Îslam ne pejirand, Xelîfa destur dide pashayê Mûsilê, Ebdulah kurê Ensî û 70,000 hezar chekdar kum dike û tîne ser Kurdan, Nemaze ser Êzdiyan. Mîr Cafer jî leshkerê xwe kom dike û amade dibe ji bo sher. Serkirdê leshkerê dijmin emir dide û bi êrîshek mezin bi ser Mîr Cahfer de tê û li gundê Matîsê herdû leshker di kevin ber singa hev û sherekî mezin rûdide. Zêdey mehekê ew sher didome. Di encam de, mîr Cafer bi ser dikeve û Ebdulah kurê Ensî tê kushtin û leshkerê wî dishkê, û ji herêm pirt û belav dibe. Lê mixabin dijmin bela xwe ji êzdiyan venakin û bi wê jî nasekinin. Cardin, di sala 834, de, ango pishtî sher bi salekê, vê carê Îtaxê Turkman, her li ser demê xelîfê Bexdayê Mutesem Bi Lah 150,000 sed ü pêncî hezar leshker rêdike ku bashtirîn serbazên leshkerî bûn di wê demêde. Mîr Caferê Dasinî pê dihise ku wê êrîshek mezin bi ser de were, cardin wek serkirde amadeyên xwe dike û leshkerê xwe berhev dike ji bo sherekî nû û hin mezintir…

Dema Îtax bi leshkerê xwe ve digîje deverê, mîr Cahfer zanî bû ku leshkerê wî ji yê wan kêmtir e, lewra leshkerê xwe ji bo cihên sext û asê ve di kêshe kozik û cheperên ciyayê bashurê mezin. û li Bêtnasê, herdû leshker digîjin hev û cardin sherekî dijwar dest pê dike. Kech û jinên Dasiniyan derdikevin ser zinaran, ser bêlanên bilind û dilîlînin daku hêrs û manewiyeta cekdaran bêtir xurt bibe. Herweha, ev sher 100, rojan didom e. Di encamê de û ji ber nehvsengiya, tewazîma navbera herdû leshkeran de ji aliyê boshbûn û cekî ve, leshkerê mîr Cahfer dishkê û Îtaxê Turkman destê xwe yê bi Qirêj datîne ser herêmê û gelek kiryar û karên xirab bi xelkên herêmê dike. Dema mîr Cahfer dibîne ku leshkerê wî dishkê û karîsatek bi serê miletê wî tê û dijmin wî dorpêch kiriye û di xwazin wî bi saxî bigrin. Lê mîrê bi rûmet mîr Caferê Dasinî vê kêmasiyê li ser xwe û navê kurdistan û êzdîxanê Qebol nake. Radibe tasa jehrê vedxwe û xwe di kuje .

“Mîr Cafer,Êzdî ye ji binemalek Pîranî bû.” Pishtî wî kurê wî Pîr Mem, mîrantî li deshta Herîrê û Êzdiyên herêmê dike. Pishtî pîr Mem, kurê pîr Mem mîr Hesin mîrantiyê dike û didome heta ku Shêx Adî tê. Êdî Shêx Adî di nav Êzdiyan de wek serok, wek serkêshê û bervanê Ola Êzdî tê pejirandin. Ango, bi suura Tawisî Melek tê Qebol kirin . û wek pêxemberekî bi rûmet tê qebûl kirin.

Mîrê êzdiyan Mîr Hesin Meman, êdî mîrantiyê dide Shêx Adî ji ber ku suur û kerem û ilimê Wî, ango, Shêx Adî mîrantiyê ji destê Hesin Meman Qebul dike û wî dike pîrê hemû pîraniyê “pîrê chil pîran .” Ji ber ku bashî û hemî cûre xizmeta Wî ji bo civak û miletê Êzdî bû. Em binêrin ka Shêx Adî, ji kur hatiye û chawa wek pêxember hatiye qebûl kirin (pejrandin) di nav Êzdiyan de ?. Di sala 834, de dema ku Mîr Caferê Dasinî xwe dikuje, me li jor gotibû; wê demê zulm û zorek gelek xirab hat ser herêmê, di wê demê de gelek Êzdî derbeder û kocber dibin. Ji wan Êzdiyan hin jê dichin li ciyayê Hekarê akincî dibin û hin ji wan jî li herêma Belbakê, Lubnanê akincî û cîwar dibin. Li wê herêmê Hakimekî Emewî bi navê Merwn Bin Hukum hebûye, û ew Êzdiyên ku ji ber zulmê derbeder bûne, hin ji wan xwe li bextê Mîr Merwn digirin û li wê herêmê jiyana xwe didomînin. ji wan Êzdiyên “qîzek û xortek” bi hev re dizewicin û xwedê lawekî dide wan. Ji ber ku Mîr Merwan ew parastbûn, lewra navê Merwan li kurê xwe dikin. Êdî, Merwanê Êzdî jî mezin dibe û dizewice, xwedê lawekî didê, navê Hesin li kurê xwe dike. (Ji ber ku Hesin di demekê de Mîrê Êzdiyan bû, navê mirê xwe li kurê xwe dikin). Hesin jî mezin dibe û dizewice, berî ku zarokên wî chê bibin, babê wî ji ber nexweshiyeke ne diyar diche ber dilovaniya Xweda. Pishtî mirina babê Wî, xwedê lawekî didê, êdî navê babê xwe cardin radike…

Ango, navê wî lawikî datînin Merwan, Merwanê duyem yê (êzdî) ew jî mezin dibe dizewice, xwedê lawekî didê, navê wî datîne Musa, ku Merwan pirr ji dîn, Ol û Oldariyê hesdikir, lewra jî navê Nebî Musa li lawê xwe dike. Musa mezin dibe dizewice xweda lawekî didê, ku ew jî bi heman shêweyî ji “Dîn û Olê” hesdikir, radibe navê Nebî Simayîl li lawê xwe dike. Simaîyl mezin dibe dizewice, Xwedê lawekî didê navê wî datîne Misafir, ji ber ku Misafir li ser seferiyan ji wan re dibe. Êdî seferî û karwaniyan berdewam dikin û li ciyayên wê herêmê jiyana xwe didomînin…

Belê, pishtî 14, salan û jiyan a wan chiyan Simayîl carek din vedgere deshtê û li gundê Beyt Al Farê akincî dibe. Li wê derê Misafir mezin dibe û dizewice, xweda lawekî didiyê navê wî datîne Sexir û êdî Misafir dibe Baba Dewrêsh, Xwedêperêz û diche di shkeftên ciyan de îbadeta Xweda dike. hefsuura xwe ango (pîreka xwe) li cem mala babê xwe dihêla,ü dich bi mehan nayê mal, hingî ku “Îbadeta Xweda” li ber dilê Wî shirîn bû. Carekê diche char salan nayê mal. Di shkeftan de, di ciyan de bi ilim û Îbadeta Xwedê mijûl dibe. Êvarekê dua xwe dike radizê di xewa xwe de dibîne, du Miliyaket tên xewna Wî û jê re dibêjin: Misafiro, rabe hera mala xwe û îshev w suurek bikeve rehma (zikê) hevsuura te Ango dibêjin; rabe here mala xwe wê zarokek ishev bikeve zikê Pîreka te û ew zarok ji suura Tawisî Melek e. Misafir ji xewê shiyar dibe dîsan dua xwe dike û ji xwe re dibêje; ya Rebî tuy mezinî û emir emrê teye û bi mebesta vê xewna xwe vedgere mala xwe. Dema digehîje mal Ji hevsuura xwe re tabîra xewna xwe dibêje:

Êdî Hevsuura Wî dibêje; min jî sheva Charshemê xewnek dît wehabü ku du Ciyayên bilind serê wan li ezmana û binê wan li erdê Ciyayek li Sherqê û yek li Xerbê Qubek di naveka herdû Ciyayan debû, mij dûxan û dûman ji serê wan Ciyan dichû, heft Milyaket ser wan Ciyayan re difirîn, ji wî milî dichûn milê din û ji milê din di hatin wî milî, Cekên wan sipî wek berf bün, Sûretê wan sipî û dirêj bûn, chavên wan di serê wan de wek pelên agirî bûn, pir bi heybet bûn, wecê wan di chirisîn wek shewqa Rojê, dengê wan wek pêlên Deriyayê bi gush gush û awaz bûn, shewqek ji nav wan Miliyaketan dibariya ser wê Quba nav herdû Ciyan de, Ciyayê Sherqê ji yê Xerbê re digot; wê îshev Shêx Adî dahirî rû erdê bibe, Yê Xerbê dibersivand û digot; îshev sheva Tawisî Melek e… û bi gotina wan re, min dît ku shewqek mîna Stêrkekê ji nav wan Miliyaketan dihat ser serê min û xwe pê re diavêt zikê min. Dengek ji Batin de dihat vedgotin û gazî dikirin: Adî dahir bû…Adî dahir bü… û wê pishtî chil salan shûn de here Lalishê û pishtî not 90 saliya xwe wê ber bi ezman ve sefer bike…

Dema pîreka Wî xewna xwe weha dibêje; Misafir radibe derdikeve ser Xaniyan û bi dengekî bilind bandike; hêêê….. hêêê…. gelî gundiyan…. ez ji chûna îbadeta Xweda vegeriyam û ez li malaxwe me, Misafir wilo bandike ku kes rokê nebûyan li wan neke û fam bikin ku Suurek ji ezmana hatiye û gehishtiye wan. Herweha, wextê Xwedê dikemile û lawekî di sala (1072) zayînê, di demsala payîzê de dide wan û Misafir li gor xewna xwe û Pîreka xwe navê Wî datîne Adî.

Adî, ku suura Tawisî Melek pê re hebû ye, hîn di zaroktiya xwe de dibe Baba Dewrês û dikeve nav Feylesofiya Ilim û Dîndariyê, û dibe Feylesufek navdar û xwedî tesewif û keramet. Dema Mislman dibînin ilim û zanyariya Shêx Adî, ne li gorî Quranê ye, êdî cûr bi cûr êrîshan dibin ser Shêx Adî û astengiyan jê re chê dikin. Heta ku demekê Shêx Adî Êdî berê xwe dide Hekarê û li wir hevalên bash û bijare bo xwe chêdike û lewra di Qewl de jî weha tê gotin:



Shêx Adî xwesh Dîndar e

Dahir bû li Beyt Elfar e

Qesid kir chû Hekar e

Lê cema dibûn Mêrdar e



Belê, Shêx Adî, demekê li Hekarê dimîne û wan cûre hevalan chêdike ku li gorî Wî ne û ilimê Wî Qebûl dikin. Ango, ew kes ew hevalên wî jî ji wan binemalan bûn Êzdî bûn, yên ku ji ber Fermanê derbeder bû bûn. Li Hekarê jî dema Mislman dibînin ev Shêx ji hemû Shêxên din cûda û Felsefeyekê dishopîne ku ji Felsefeya Sherîet û Quranê cûda ye. Li wir jî astengiyan jêre chêdikin.

Êdî, pishtî demekê du sê salan cenabê Shêx Adî, bi birê xwe ve yê nevê wî Sexir û bi chend hevalên xwe ve dichin cem pashayê Shamê û biryarekê jê werdigrin bo chûna bajarê Mûsilê ku rê ji wan re hêsa bike deku derbasî Lalishê bibin. Herweha, bi wî shêweyî derbasî axa bashûrê mezin yê Kurdistanê dibin. Li warê bab û kalan, dak û dabîran vedgerin. Shêx Adî, li bashurê mezin li Memê Shivan dibe mêvan ku nêzîkî bajarê Sêmilê ye û ew bajar jî bajarê Êzdiyan bû. Memê Shivan jî dîndarekî Êzdî bû, heta îro jî “Quba Memê Shivan” li nêzîkî wî bajarî ye. Pishtî mêvaniya Memê Shivan, Shêx Adî diche gundê Boza, ew jî mehdera chend Xas û Qelenderê Êzdiyan e, yên mîna Mamedî Boz û Shêshimsî Teter û Bazîdî Bastem li wir dîwan di girtin ... Pishtî gondê Boza, Shêx Adî qesta Geliyê Lalisha me ya Pîroz dike û li wir akincî dibe. Herweha, “Geliyê Pîroz” dibe mehdera Wî ya Olî ü Qonaxa wî ya dawî.


Belê gelî xweh û birayan, li Lalishê Xas, Qelender, Baba Dewrês, û dîndarên Êzdiyan Lê cema dibin. Shêx Adî ilim û Kerametê xwe ashkere dike, nav û dengê kerema Wî û ilimê Wî li hemû Rojhilata Navîn û dunyayê belav dibe. Chendan Shêxên Mislmana ji bajarê Bexdayê tên guhdarî ilimê Wî dibin û heta ku Wî “Shêx AL Am” Shêxê gishtî destnîshan dikin û tewaf dikin ku ilim û Kermek bîroz li cem di bînin. Ew shêxên Islamê yên ku hatibûn cem Shêx Adî û ew bi “Shêxê gishtî” Qebolkirin ev bûn:

Shêx Ebdul Qadir Al gêlanî, Shêx Hemad Al dibas, Shêx Eqîl Al Manbecî, Shêx Abu Al Wefa, Shêx Al Hilwanî, Shêx Necîb Al Sehrewerdî, seyd ahmed alkibîr ü chend hevalêt wan . Ev bûn ku hatibûn dîtin,hiner û keremetên Shêx Adî bibînin. Herweha, nav û dengê cenabê Shêx Adî digîje heta bi Hindistanê û Coqetek Dîndarên Hindê jî tên dîdara Wî. Ew bi rojê li dîwana Shêx Adî di civiyan û bi shevê jî li nêzîkî Lalishê di shikeftekê de radizan û ew shikeft heta niha jî heye, “Shikefta Hindiyan” dibêjin û bi nav dikin: Shêx Adî, bi eslê xwe “kurd e û serkaniya Êzdiyan e.” Ez dixwazim chend nimûneyan li jêr destnîshan bikim ku mebesta Shêx Adî ev bûye.

1 - Shêx Adî bi ilim û kerametên xwe li nav Êzdiyan de wek Pêxemberkî bi rûmet, hat pejrandin Qebol kirin!

2 - Shêx Adî ne bi zorê bûye serkêshê Ola Êzdiyan… Kesê weha dibêjin teqez rastiyê nizanin ü em dikarin li jêrê li gor ilim jî rêz kin…

3 - Dema Shêx Adî hatî herêmê Êzdiyatî ye li ser nemanê bû. Shêx Adî Ezdayetî ji shûrê artêshên îslamê rizgar kir. Cenabê Shêx Adî, Êzdiyatî ji mirin û nemanê Qurtal kir (rizgar kir)!

4 - Shêx Adî Êzdiyatî Ciwankir, ku berî Shêx Adî, Êzdiyatî di xeterek mezin de bû. Shêx Adî, Êzdiyatî serhev de da û rêkûpêk kir bi hed ü sed kir, ku dijminê vê Olê nikarî bin zû bi zû esasê Wî danî, xerabikin!!!

5 - Shêxê îslamê dihatin û itîraf bi Ola Êzdî dikirin bi ilim û kerametê Shêx Adî!

6 - Dema Shêx Adî, hatî “tifaq û tebayî” û star ket nav Êzdiyan. “Sed û hed” bêtir hatin naskirin û Êzdiyatî bêtir bi êzdiyan shîrîn bû!

7 – Shêx Adî newet 90 salî emir kir û ne zewicî. Ev yeke bi xwe jî destnîshan dike, ku Shêx Adî ne ji bo kesayet û berjewendiya xwe bûye serkêsh Berovacî vê yekê Wî jiyana xwe bo Lalishê û miletê Êzdî feda kirye.!!!


Belê, Shêx Adî newet 90 Sal emir kir û ne zewicî Sala (1072) dahir bû û di Sala (1162) ew bû dema Miliyaketan di xewnê de ji Misêfir re gotibûn Shêx Adî, wê pîshtî (90 Salan sefer bike ber bi ezmana).!!!

Di Qewlên me de pir caran behsa Shêx Adî û methê Wî tê kirin û Me Êzdiyan îman ji Qewl e. Chawa Misilman îman bi Quranê ye, û Kirîstîane (xachparê) îman ji Êncîlê ye û Yehudiyan îman bi Tewratê ye, her wisan me Êzdiyan jî îman bi Qewlê xwe he ye !!! .

Pir Qewl li ser Sultan Shêx Adî hatine gotin: Ezê tenê chend sebeqeke ji wan Qewlan ligel shirovekirina wan ji we re rêzkim:


Shîxadî xwedanê keremê..ango xwedê qewet û kerem da Shîxadî

dahir bû li nav erebê ecemê..ango cihê lê ji dayk buy li nav ereb û ecema bû

Shîxadî bû weliyê demê..li wê demê kes ji wî bi hiner û kerem û Ilim zedetir nebû



Shîxadî dahirbû li Beyt Elfare..li gundê beyt elfar ji dayk bu

Qesidkir chû Hekare..bishtî hingê chû Hekarê

lê cema dibun Mêrdare..xelkê bi nav û denk lê kombûn gudarî ilimê Wî dikirin.



Shîxadî qestkire Shamê..pishtî Hekarê chû Shamê

lê cemadibun ehlê aamê..Shêxên Îslamê lê kombûn û lê gudarî kirin

nûpash chû Lalishê kir mehder û meqamê..pishtî Shamê diche Lalishê û li wir sekinî û dengê mezin vedan.



Shîxadî ji Shamê hate..ji Shamê derkeft

li Lalishê kir xebate..ilim û hiner û kerem û zanîna xwe hemû jibo Lalishê û Êzdiyan fedakir.

xebat û ser xebate..ti tisht ji bo xwe û nefsa xwe nekir, Wî jiyan xwe jibo Lalishê terxan û fedakir.


Shîxadî hate Laishe..gehisht Laishê

li ber guhê Êzdiyan ketibû gush gushe..Êzdiyan bihîstibûn, hayî wan jê hebû yekî bi kerem wê were lalishê .

shadibûn dil bê dibûna xweshe..Êzdî bi wê xeberê kêf xweshbûn.



Shîxadî xwesh Sultane..sultanekî kêrhatiye, jê hatiye

Behra Wî Behreke girane..ilmê Wî ilmekî mezin û kûre

xewasa duur jê înane..kesê ket nav ilimê Wî û jê (famkir) wê tishtê ecêb bibîne û bizane.



Sûltan Shîxadî behre..ilimê Shîxadî Ilmekî wek Behrê (derayê) kûr e.

jê dichin robar û nahre..Shêx Adî behra û yê ilimê wî girtin kanî û robarin ji wê behrê dichin kesê ilimê Wî bixwîne wê jîr, zana û gesh bibe

hechî xwedan Îman tê heye behre..kesê Îman bi suur û kerema hebe mafê wî heye Ilimê Shîxadî bixuîne.



minet karim ji Êkanî..sipas ji bo xweda ango xwedê minetek li mekir.

Shîxadî ji Shamê hilanî..xwedê Shîxadî ji Shamê rakir hilanî.

Anî û li Lalishê danî..anî Lalishê



dila was was nekin..li Ilim û Keremê Shîxadî ne kevin shikê, ne bêjin me bawerî bi Wî nîne û...

heq rêya Shîxadî ser xwe re naskin..bi serbilindî û eshiq û bishtrast rêya Wî bigrin,

mêrên chêbin xwe ji destê Zebêniyan xilaskin anku kesên rêya Shîxadî bigre wê bibe xwedî Îman û Xwedêperêz li roja Axretê li mehkema Xwedê na keve tengaviyan chinku Shêx Adî rêya Xwedê rêya “heq û îbadetê” shanî mirovan dike!!! belê Em Êzdî Shêx Adî wek pêxemberekî bi rûmet ji xwere Qebol dikin û hêvîdarim ji wan kesan yê ku li ser cenabê wî xeber didin û di nivîsin Êdî bila bizanin chend qîmetê wî li cem me heye.!!!

Em kêmin xwedê temame

Oldar Adnan Xêravayî

adnan-xeravai@hotmail.de

cav kanî

Qewl û beytê Olî yê Êzdiyan

pirtoka qutabiyên êzdiyan ya olî ya ku li qutabxanê tê xwendin

gotar ü nivîsên abdul rahman almizurî


Çavkanî[biguherîne]

http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2825