Şîraniya bipenîr a Rihayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şîraniya bipenîr a Rihayê cure şîraniyeke herêma Tolhildanê ye. Bi taybetî li parêzgeha Rihayê tê xwarin. Li Amed, Xarpêt, Meledî û Mûşê jî heman şîranî tê zanîn lê di ya wan deveran de şîr zêde ye.

Bertevî (melzemeyê tên tevlîkirin)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 50 gr mast
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
  • 75 gr penîrê bêrûn
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê û karbonat
  • 1 hêk
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê zeytê

Ravek (terîfe)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnê zeytê, mast, hêk, penîrê rêşkerkirî di badiyekê de baş tevlîhev bikin. Xwê û ardê jî tevlî bikin û dîsa li hev bixin. Herî dawiyê karbonatê berdin navê.

Bêî ku bidin rawestandin, ji têkelê pariyan bigirin, di kefa destê xwe de, bi bêçiyê (tilî) nava wan kun bikin (qul). Yan jî di dirûvê kufte yan gilolikan de têkin nava rûnê diqijile, biqijilînin.

Bi kefgîr an kevçîngê derînin, bavêjin nava doşaviya sar. Pênc deqe bihêlin û derînin.

Heger hûn servîs dikin, ango dixwin bikin nava şerbetê. Divê di nava doşavî ango şerbetê de pirr nemîne.