Şane

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şane

Şane, şanik an hucre, perçeya biçûktirîn e di organîzmayan da. Organîzmayên ku dijîn, ji şaneyan çêbûne. Şane wer biçûk in ku, mirov nikare wan bi çavan bibîne. Tenê bi alîkariya mîkroskopekê tên dîtin. Di bedena mirovan da bi milyaran şane hene.

Erk, reng û şiklên şaneyên organan cur bi cur in. Mesela şaneyên kezeba reş bi rengê qehwe ne û biçûk in. Rengen şaneyên birik û mêjiyê zer in û gelek dirêj in.

Hemû tiştên ku ji bo jiyanê pêwîst in, di şaneyan da çêdibin. Şane enerjiya xwe bixwe çêdikin. Di hindure şanan da hindek bûyînên biçûk hene, ji wan ra dibêjin organel. Ew organel bi taybeti mîtokondrî, retîkula endomplazmayî, lîzozom, vakuol, sentriyol u rîbozom in. Enerjî ji mîtokondriyan tên çêkirin. Li navşeya her şaneyê dendikek heye. Dendikên şaneyê bi parzûnekê bidor e. Di dendika şaneyê da hemû agahdariya genetîk a mirovan cih digrin. Li nav wê agahdariyê da hindek ji bo wezife ve şane ye. Mirov dikare bibêje, jiyan bi xebata şaneyan ve girêdayî ye. Ger şane wezifen xwe neyinin şûne, mirov dimire. Eger tenê şaneyên organeki wezifen xwe nekin, ew organ naxebite an jî dimire.

Şaneyeke eukariyot.
Organel:
(1) Dendikok
(2) Dendik
(3) Rîbozom
(4) Vêsîkel
(5) Retîkula endoplazmayî ya bihebik
(6) Dezgeha Golgî
(7) Sîtoskelet
(8) Retîkula endomplazmayî ya rast
(9) Mîtokondrî
(10) Vakuol
(11) Sîtoplazma
(12) Lîzozom
(13) Sentriyol

Çavkanî[biguherîne]