Şaneder

Ji Wîkîpediya

Şkefta Şanederê
Şkefta Şanederê

Şaneder an jî Şanedir û Zewî Çemî Şaneder şûnewarin dîrokî ne li Başûrê Kurdistanê. Berî 60.000-80.000 salan mirovên neandertal tê de akincî bûn. Şaneder li qezaya Hewlêrê li navçeya Mêrgesorê ye.

Di navbera salên 1957 û 1961’ê de şûnewarnasê (arkeologê) amerîkî Ralph Solecki û tîma xwe ya ji zankoya Colombia University di şkefta Şanederê de neh îskeletên neandertalî peyda kirin. Navên wan neh îskeletan danîn Şaneder 1 – Şaneder 9.

Li gorî vekolînên şûnewarnasan xelkê neandertal ayînên cenaze dikirin û miriyên xwe bi kûlilkan vedişartin.

[biguherîne] Lînkên derve

http://anthropology.si.edu/humanorigins/ha/shanidar.html (bi îngilîzî)