Şaqavî
| Şaqavî, şaq, şihaq | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Rewşa parastinê | ||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Ardea cinerea Linnaeus, 1758 |
||||||||||||||
Belavbûna şaqaviyan li cîhanê:
Keskê vekirî: havînan Keskê girtî: tevahiya salê Heşîn: zivistanan |
Şaqavî an şaq an jî şihaq (bi soranî: şîneşaho yan bizinler,yan Qoxan; bi latînî: Ardea cinerea) komeke balindeyên pêdirêj û stûdirêj û çengpan û kurîqut (kund) in. Hindekan jê bijî hene. Nêr û mê rengek in. Li ber lêvên gol û gerr û şorik û robaran dihên dîtin. Gelek cure jê hene.
Şaqavî nêzîkî 90 cm dirêj e, nikul zer û dirêj û ser tîj e; stûyê wî ji nîvekî çepeka wekî tîpa S lê ye. Dema firînê xwe stûnavmil dike, stûyê xwe wekî yê leglegeyan dirêj nake, kurî qut û kund e.
Nêr û mê yek reng in. Rengê wî ji piştê ve xwe lewiyekî ser bi şînî ve ye û ser stû spî ne. Du gîxên reş bi ber stûyê wî de dihê xwar û li ber zikê wî dibe yek. Ser çeng qehwayiyekî tarî ye. Piniyeke reş li enîşka herdu çengan e, tenişt reş e, pê qehwayî ne, biharan sor ve dibin.
Li ber lêvên robar û şorik û golên avê dihê dîtin. Xwarina wî masî û kêz û mêz û beq û mişk in.
Komkome hêlînan li ser daran û di nav qeramî de û li ser lêvên robaran û ji darikan çêdike; ji 4-5 hêkan dike, rengê wan şînekî bi ser keskî ve ye. Balindeyeke mişext e: zivistan dihê, payîzan û biharan mişe ye li nav çiyayan.
[biguherîne] Çavkanî
- Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28