Şaqaviyê gewr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şaqaviyê gewr, şaq, şihaq
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Ciconiiformes
Famîle: Ardeidae
Cins: Ardea
Cure: A. cinerea
Navê zanistî yê latînî
Ardea cinerea
Linnaeus, 1758
Belavbûna şaqaviyê gewr li cîhanê:
Keskê vekirî: havînan
Keskê girtî: tevahiya salê
Heşîn: zivistanan

Şaqaviyê gewr, şaq an jî şihaq (bi soranî: şîneşaho yan bizinler,yan Qoxan; bi latînî: Ardea cinerea), cureyekî şaqaviyan e.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Stûyê şaqavî ji nîvekî çepeka wekî tîpa Sê lê ye.
Serkilox

Şaqaviyê gewr pêdirêj û stûdirêj û çengpan û kurîqut (kund) in. Hindekan jê bijî hene. Nêr û mê rengek in. Li ber lêvên gol û gerr û şorik û robaran dihên dîtin. Gelek cure jê hene.

Şaqaviyê gewr nêzîkî 90 cm dirêj e, nikul zer û dirêj û ser tîj e; stûyê wî ji nîvekî çepeka wekî tîpa S lê ye. Dema firînê xwe stûnavmil dike, stûyê xwe wekî yê leglegeyan dirêj nake, kurî qut û kund e.

Nêr û mê yek reng in. Rengê wî ji piştê ve xwe lewiyekî ser bi şînî ve ye û ser stû spî ne. Du gîxên reş bi ber stûyê wî de dihê xwar û li ber zikê wî dibe yek. Ser çeng qehwayiyekî tarî ye. Piniyeke reş li enîşka herdu çengan e, tenişt reş e, pê qehwayî ne, biharan sor ve dibin.

Ardea cinerea

Reftar û jîngeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li ber lêvên robar û şorik û golên avê dihê dîtin. Xwarina wî masî û kêz û mêz û beq û mişk in.

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komkome hêlînan li ser daran û di nav qeramî de û li ser lêvên robaran û ji darikan çêdike; ji 4-5 hêkan dike, rengê wan şînekî bi ser keskî ve ye. Balindeyeke mişext e: zivistan dihê, payîzan û biharan mişe ye li nav çiyayan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]