Şebek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Êla Şebek
Agahiyên gelemperî
Hoz Gergerî/Şikak
Harirî
Mûsilî
Esil Kurd
Ziman Hewramî (Şebekî)
Herêmên dîrokî Behdînan
Belavbûn Mûsil
Topzawa
Deşta Xoşarê
Zara Xatûn
Eski Kalak
Elîreş
Demografî
Gelhe 100.000
Bawerî
Ol Şebektî û Sûnî

Şebek êleke û terîqeteke ẍûlatî li herêma Behdînan e. Zaravayê wan a ku wek Şebekî bi nav dibe, gelek nêzîke zaravaya Hewramî ye. Êla Şebek oleke taybetmendî ya ku navê xwe ji vê êlê girtiye dihabîne. Şebek xwe misilman fembikin jî kurdnas wan yek ji terîqetên ẍûlatî di nava kurdan de dijimerin.[1] Şebek li Îraqê bi fermî wek gelekî kêmjimar têne naskirin.

Dîrok[biguherîne]

Kurdên behdînan ên cîranên şebekan an kurmancî an jî soranî diaxivin. Belê paralel di navbera zaravayên şebekan û cîranên wan de hebin jî, zaravayê şebekî bi rastî ne kurmancî ne jî soranî ye. Beyan e ku zaravayê şebekan di cografiya zaravayên kurdî de zêdeyî nêzîkê kurdiya hewramî, ya ku li navenda Kurdistan belavî ye. Hinek kes diyar dikin ku pêwist e ku pêwendiyek wanan bi hewramîaxivan re hebe. Şebek bi xwe bawer dikin ku di sedsala 17'emîn de ji Îranê koçberê Mûsilê bûne.
Neyê be zanîn jî şebek çi wextê û çawa hatine warê xwe yê îroyî, di derheqê bicîhbûna şebekan li deşta Xosarê û eslê wan ve çend teoriyên cûda, yên ku balê dikişînin ser şûna nasnameya şebekî ya olî û etno-lenguîstî, hene. Koka navê Şebekan di zimanê erebî de ye. Şebekî bi erebî tê wateya "lihevxistin".[2] . Îbadet û diayên şebekan di formeke tevlihevxistî ya,bi gelekî jêgirtiyên farsî, kurdî û erebî, de tên afirandin.

Çand[biguherîne]

Ol[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Şebektî

Şebek bingehîn hemî endamên oleke taybetmend bin jî, di van salên dawîn de gelekî ji wan bûne misilman.[3] Ola şebekan a bingehîn dikare wek senkretizmî bêye binavkirin, ji ber ku tê de hêmanên olên îslamê, elewîtî, êzîdîtî, yarsantî û xiristiyanî hene.

Çavkanî[biguherîne]