Şedadî
|
Şedadî
|
||||||||||||||||||||||
|
||||||||||||||||||||||
|
Şedadî di sedsalên 11 û 12'an de
|
||||||||||||||||||||||
|
Agahiyên gelemperî |
||||||||||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Paytext | Dwîn, Gence[1], Anî | |||||||||||||||||||||
|
||||||||||||||||||||||
Şedadî (carina Şeddadî tê nivîsandin) navê dewletekê ye ku di sala 951'ê (340´ê hicrî) de ji aliyê Şedadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Başûrê Qefqezê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164'an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê, Tirkiye), Tibîlîsî (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Nexcîvan, Gence (li Azerbeycanê ye), Dvîn (li Ermenistanê ye)
Dewleta Şedadiyan, di sala 951´ê miladî da bi deste Mihemedê kurê Şedadê li (Başurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji wan dewlaten Kurda yên ku di dema islamiyete da hatine sazkirin. Bi rasti ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj buyê. Sinoren wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayi bûne. Di wê demeda li başur ji, hukumeta Merwaniyan, li rojhilat hukumeta Hesnevî hebûye. Ev devlet ji aliye cardeh hukumdaren Şedadi ve hatiye idarekirin. Lê belê bi êrîşa Melikşah hukumdarê Selçuqi li ser wê herême di sala 1075´an da dawî lê hatiye.
Piştî dîlketina Salar Marzûban Mihemedê keyayê Musafirogullari di sala 948'an de Mihemed Şedad Qartû (Mihemedê kurê Şedad jî tê gotin) cîhe wî girt. Mihemed Şedad Qartû pêşî tenê keyayê Debîlê bû, lê di 951'ê de li tevahiya Azerbaycanê bû desthilat. Herçend tê gotin ku dewleta Şedadiyan di sala 1164'an de hilweşiyaye jî em ji kîtabeyeke ku Key-Siltanê Şedadî li Aniyê daye nivîsandin dizanin ku wî heta 1198'an desthilatdariya xwe meşandiye. Li gor hin çavkaniyan Şedadî bi êrîşa xundekarê Selcûqiyan Melikşah bi ser vê herêmê de di sala 1075'an de hilweşiyane, lê xwiyaye ew bi vê êrîşê qels bûne û heta sala 1198'an jî xwe girtine.
Naverok |
Hukumdarên Şedadî [biguherîne]
Li Gence û Dwînê [biguherîne]
- Mihemed kurê Şedad kurê Q.r.t.q li Dvînê (951-971 zayînî)
- Elî Leşkerî kurê Mihemed li Genceyê (971-978 z.)
- Merzuban kurê Mihemed (978-986 z.)
- Fezl I kurê Mihemed (986-1031 z.)
- Ebu'l-Feth Mûsa kurê Fezl I (1031-1034 z.)
- Elî Leşkerî II kurê Mûsa (1034-1049 z.)
- ?Enûşirwan kurê Elî II Leşkerî (1049 z.)
- Ebu'l-Eswar Şawur I kurê Fezl I (1049-1067 z.) (li Dvînê 1022-; li Genceyê 1049-)
- Fezl II kurê Ebu'l-Eswar Şawur (1067-1073 z.)
- ?Eşot kurê Şawur I (1067 z.)
- Fezl III (Fezlûn) kurê Fezl II (1073-1075 z.)
Li Aniyê [biguherîne]
- Ebû Şuca' Menûçehr kurê Ebi'l-Eswar Şawur I (1072 z.)
- Ebû'l-Eswar Şawur II kurê Menûçihr (1118 z.)
- Fezl IV (Fezlûn) kurê Ebi'l-Eswar Şawur II (1125-1130 z.)
- Xûşçihr kurê Ebi'l-Eswar Şawur II (?1131 z.)
- Mehmûd kurê Ebi'l-Eswar Şawur II (?1131 z.)
- Fexreldîn Şedad kurê Mehmûd (?1154 z.)
- Fezl V kurê Mehmûd (1155 z.)
- Şahenşah kurê Mehmûd (1164-1174 z.)
- Sultan (?=Şahenşah) kurê Mehmûd (1174 z.)
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ Andrew C. S. Peacock, Nomadic Society and the Seljūq Campaigns in Caucasia, Iran & the Caucasus, Vol. 9, No. 2, 2005:210.
- Bosworth, Clifford Edmund (2004). The new islamic dynasties - a chronological and genealogical manual, Edinburgh University Press, Edinburgh. ISBN 0-7486-2137-7
|
|||||