Şehabad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şehabad (Îran)
Şehabad
Şehabad (Îran)

Şehabad (bi farsîاسلام‌آباد غرب, Islamabad gharb) bajarek e ku bi parêzgeha Kirmanşanê ve girêdayî ye. Li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev bajar li başûrê parêzgeha Kirmanşanê li Şaristana Şehabad bicih e û navenda Herêma Navendî ya Şaristanê Şehabad e. Ev bajar bi gelheya 91.248 kesî (bi dûçûna serjimariya 1969ê) ve bajarê duyem yê mezin yê parêzgeha Kirmanşanê ye.

Nijad û gel[biguherîne]

Nîştecihên vî bajarî kurdin û bi giştî kurdên kelhûr in. Her wisa ev êl û eşîrên kurdan jî dijîn: Goran, Zengene, Lek û Sencabî, lê xelkê bajarî bi giştî li her dera bajarî eşîrên kelhûr dijîn.

Dîn û ayîn[biguherîne]

Ekserê xelkê vî bajarî mislimanên şiî ne. Her wisa bawermendên yaresan jî hene ku bi giştî ji eşîrên goran in. Li gel van hinek mislimanên sunî, cihû û mesihî jî dijîn.

Ziman[biguherîne]

Zimanê bajarê Şehabadê zimanê kurdî ye ku bi giştî jî zaravayê kelhûrî. Her wisa zaravayê lekî jî tê axiftin.

Çavkanî[biguherîne]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîpediyaya farisî pêk tê.


34°06′34″Bk 46°31′39″Rh / 34.10944°Bk 46.5275°Rh / 34.10944; 46.5275