Şehram Nazirî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
| Şehram Nazirî | |
| Navê rastî | Şehram Nazirî شهرام ناظرى (Shahram Nazeri) |
|---|---|
| Roja jidayikbûnê | 1950 Kermanşah (Kurdistana Îranê) |
| Cureyê muzikê | Muzîka klasîk a kurdî û farisî |
| Karûbar | Stranbêj, bestekar |
| Enstrumanên wî/wê | Setar |
| Malper | www.nazerismusic.com |
Şehram Nazirî (bi navê wî yê farisî Shahram Nazeri jî tê naskirin) hunermendekî kurd ê Kurdistana Îranê ye, di sala 1949'an de li parêzgeha Kirmanşahê hatiye dinê. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a fars û kurdî Şehram mesnewiya mewlanayî zehf baş dizane û hin helbestên Mewlana Celaledîn Rûmî ji beste kirine.
- Di 25'ê sibata 2006'an de li bajarê San Diegoyê (DYA) wekî Majorê San Diegoyê tê pejirandin. Ew roj Roja Şehram Nazirî tê diyarkirin.
- Wezareta Çandê ya Fransayê xelata fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê dan wî. Ew xelat ji bo berhemên wî di warê muzîkê de ye. Xelat di 29’ê îlonê de li Parisê bi merasîmekê hate dan.
- Yekitiya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî "gencîneya çanda jinde" dipejirîne.
- House of Music Celebration bi xelatekê diyar dike Şehram.
- Rojnameya The New York Times wî wekî "Bilbilê Îranê" pêşkêş dike.
- Christian Science Monitor wî wekî "Pavarottiyê Îranê" pêşkêş dike.
Girêdanên derve [biguherîne]
- Malpera Şehram Nazirî a fermî
- Shahram Nazeri at Hemû Muzikên wî
- Shahram Nazeri's performance at 800th anniversary of Rumi (BBC Persian)
- Légion d'honneur for Shahram Nazeri (BBC Persian)
- France to Award Iran's Pavarotti Ajansa Xeberên Farsî (Fars News Agency)
- YouTube Video Clips Şehram û Hafiz Nazirî
- A demonstration with the Kamkars
- Malpera hunermendê mezin Şehram Nazirî ew e: http://www.myspace.com/shahramnazeri.
- [1] Hevpeyvîneka ku Rojnameya Zaman'ê Şehram'ra kirîye.
- [2] Ji bo guhdarîkirina hin berhemên Nazirî.