Şemzînan
| Navçeya Şemzînanê Şemdinli |
|
Şemzîna
|
|
|
|
|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Hekarî |
| Serbajar | Şemzînan |
| Qeymeqam | Mesut Gençtürk |
|
|
|
| Hejmara nahiyan | 1 nahiye |
| Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
| Hejmara gundan | 22 gund |
|
|
|
| Gelhe (2008) | 52.779 kes |
| Rûerd | 1.661 km2 |
| Berbelavî | 31,8 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | |
| Gelhe (2008) | 13.081 kes |
| Bilindayî | 1.400 m |
| Koda postayê | 30800 |
| Koda telefonê | (+90) 438 |
Şemzînan (bi tirkî, Şemdinli) yêk ji navçeyên Colemêrgê ye. Navê navenda bajêr Nawşare.
Ew herême bi navêt Şemzîna, Şemdînlî û Şemdîna jî yê hatiye gotin û baskirin lê belê navê wêderê li ’eslê da Şemsdîna ye. Kurd herweto carcar dibêjne wê navçê Navçiya û dibêjne bajêrê wê Navşar.
Tewawî kitêbêt berê Şemzînan bi navi Şemsdîna, yêt naskirine, bo nimune li kitêba Mîr Şerefxanê Bitlîsî, Şerefname, yan li kitêba W. A. Wigram ”The cradle of mankind, life in eastern Kurdistan”. Nimûneyek dî, xirîteya Şemsdîna ye, ku ingilîsiya li duwahiya sedsalêt 19-ê zaîynî yê çêkiri û navê Şemsdîna yê bikar înaye.
Şêx Ubeydulayê Nehrî, yê navdar, li dîwana helbestêt xwe da bi farsî yê nîvîsî:
Ism ”Şemsedîn” der esl nehad / Şod bi “Şemzîn“ mosteşar bêyinûl’ebad Hest “Şemsedîn“ nami naĥîyêh / Ĥeq bidared ez mezalim naĥîyêh
Yanî navê wê navçê li ’eslê xweda Şemsedîn danabûn lê belê nav xelkê bi Şemzîna dihête gotin û bi wi navî navûdeng yê bûye.
Hem Nikitin û hem jî Minorsky navê Şemdînan yê bikar anîne.
Vasîlî Nîkîtîn (Basile Petrovich Nikitine) li kitêba xweda, bi nave "Kurd û Kurdistan", (wergêrê farsî, Mihemed Qazî) yê nivîsî, ku damezrênerê binemala Begzada (Beyzadêt Hekarî, Amêdiyê, Kilîsê, Şemzîna û Tergewerê) mêrek bûye bi navê Mîr Şemsedîn, ku Şemsdîna bi navê wi Mîr Şemsedîni yê hatiye navkirin.
Ewê binemalê, yanî Beyzada, heta dewrê Şêx Ubeydela li Şemsdîna hukum dikirin. Dewrê Şêx Ubeydela li sala 1870-ê zayînî qawet kete destê Seyîdêt Nehriyê.
Nehrî heta sala 1930-ê zayînî navenda Şemsdîna bûye, ku paşi hingî Navşar binavê Şemzîna (Şemdînlî) yê bûye navenda Şemsdîna.
Li Şemsdîna çar eşîr dijîn: Begzade (li gel Bayî û Mela Bemboyî), Herkî, Gerdî û Zerza. Dewrê mîretiyê sê binamalêt Begzade (Musabegî, Bênturî û Şêxanî) her salê yêk dibû mîr. Mîri desteyek çekdarêt taybetî hebûye, ku digotnê Xunxor.
Naverok |
Dîrok[biguherîne]
- Di 1884 serhildana Şemzinan.
- Di 15'ê tebaxê 1984'an de tekoşîna çekdarî ya PKK di Şemzînan de dest pê kir.
- Di mijdara 2005'an gele Şemzînan serhildanek pêk anî, Bûyera Şemzinan.
[biguherîne]
Gund[biguherîne]
[biguherîne]
-
Gotara bingehîn: Gundên navçeya Şemzînan
Girêdanên derve[biguherîne]
Çavkanî[biguherîne]
- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Kek Ergîn (Şemsdîna), 2009.
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.
|
||||||||||||||||||